Qedeqeya pêşhi ji Almanyayê
Roj TV, di sala 2004 de dest bi weşanê kir. Ji wê rojê û pêve ji bo girtina wê Tirkiye her tişt dike. Operasyon û qedexeya pêşîn di sala 2008’an de ji Almanyayê hat. bi talîmata wezareta karê hundir operasyonên ku Roj TV kiribûn hedef dest pê kirin. wezaretê, ligel weşana Roj TV’yê şirketa bernameçêker a Mezopotamia Broadcasting A/S’ê ku Roj TV pê ve girêdayî bû di 19’ê hezîrana 2008’an de li Almanyayê qedexe kir. derketibû holê ku ev qedexekirin di berdêla îhaleya Keştiyên şer ên Binavî yên nukleerî ku bi 6 milyar Euroyan Hukimeta Tirkan dabû wan pêk hatibû. Di Sibata 2010’an de li bajarê Leipzigê yê Almanyayê Dadgeha Federal a îdarî, destûr da ku Roj Tv li Almanyayê weşanê bike.
Di Wikileaksê de, di Rêbendana 2011’an de ve belge derketin holê. Di zabita bi dîroka 25 Sibat 2010 de ku ji wezareta karê derve ya DYA’yê derketibû de, cî dabû hevdîtina musteşarê wezareta karê derrve ya Tirkiyeyê Ferîdûn Sînîrlîoglû û misteşarê karê derve yê DYA’yê William Burns. Di hevdîtinê de Sînîrlîoglû, giliyê Belçîka û Danîmarkayê dike ku zêde zorê nadin ser rêxistinên nêzî PKK’ê, alîkarê misteşêr û nûnerê daîmî yê NATO’yê yê Tirkiyeyê yê kevin Tacan Îldem jî qalas peymaneke bi navbênkariya serokê DYA’yê Barack Obama pêk hatibû dikir. Îldem, dianî zimên ku wekî parçeyekî peymanê “Divê Danîmarka ji bo girtina Roj TV’yê zagonên hewceyî be derîne û vê yekê bike.”
ANF/ENQERE
'Ne me hedefa Roboskiyê diyar kiriye
Balyozê Amerîkayê yê Enqereyê Francis Ricciardone diyar kir ku wana di komkujiya Roboskiyê ya ku 34 kes têde hatin kuştin de, tu hedef nehilbijartiye û got; “Em îstîxbarta li hemberî PKK’ê didin.”
Ricciardone got; “DYA xwe tevlî meseleya diyarkirina hedefan a Tirkiyeyê nake. Me di meseleya diyarkirina hedefa li Qilabanê de tu tiştek nekiriye. Em li hemberî PKK’ê îstîxbaratê kom dikin. Lê meseleya diyarkirina hedefan bi temamî di destê Tirkiyeyê de ye. Tirkiye di diyarkirina hedefan de kêrên xwe bi kar tîne.”
Ricciardone got; “Tu kesek xwediyê agahiyên pir xurt ên şer tune ye. Em jî ji ber kêmasiyên agahiyan de xetayan dikin. Me berê ji ber van meseleyan lêborîn xwestibûn.”