Sala 40. a Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) li herêma Normandiya ya Fransayê bi kêfxweşî hat pîrozkirin. 

Kurdistaniyên li herêma Normandiya ya Fransayê, salvegera damezrandina PKK’ê li Mantes la Jolieyê bi kêfxweşî pîroz kirin. Şevê bi rêzgirtina şehîdan Kurdistanê di şexsê Delal Amed de dest pê kir.

Endamên Ciwanên Azad bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê ketin hundirê salonê û banga bêşdariya pêngava ‘Serî hilde’ kirin.



Di şevê de hat ragihandin ku têkoşîna 40 salî ya PKK’ê bi saya şehîdan niha hê bi xurtî tê meşandin û hat gotin, ev tekoşîn wê heta azadiya Rêberê Gelê Kurd û Kurdistanê bidome.


PKK´ê miletek ji nemanê parast

Parlamenterê Şirnexê yê HDP’yî Faysal Sariyildiz li şevê axivî û got, “Tevgera azadiyê miletek ji tinebûnê rizgar kir. Li navenda Rojhilata Navîn, têkoşîna hebûnê ya gelekî ku li bin destê gelek dewletan bû, wê hêsan nebûya. Zarokên leheng ên gelê Kurd, bi felsefeya wekhevî, azadîparêz û gerdûnî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ne tenê gelê Kurd ji tinebûnê rizgar kirin, her wiha nirxên hevpar ên mirovahiyê jî parastin.”

Di pîrozbahiyê de Hozan Şemdîn, Koma Hîvron, Sena Dersimî û koma Lîlav derketin ser dikê. Pîrozbahî bi gerandina govendê qediya. 


MANTES LA JOLIE