Li Holandayê bi zimanê Flamanî kitêbek li ser Qirkirina Êzîdiyan bi navê “Het vergeten volk/Miletê jibîrbûyî) beriya çendekê derçû. Nivîskara kitêbê rojnamevan Brenda Stoter Boscolo niha amadekariyên wê dike ku kitêbê wergerîne Ingilîzî û bide çapkirin. Rojnamevan ji bo nivîsandina kitêba xwe çû Başûrê Kurdistanê û Şengalê, li gelek wargehan bi mexdûran û kesên ji destê DAIŞ´ê filitê re peyivî û di kitêba xwe de para bêhtir behsa vê Fermana 74´an dike û cih dide gotinên mexdûr û saxfilitiyan.
NAVENDA NÛÇEYAN