Fermandar Malazgîrt: Newroz hat, bi coşa agirê geş ê Newrozê milîtanên PKK’ê amadekariya pratîkeke xurt dikin. Milîtanên PKK’ê soz daye şehîdan û gel; tola mirovên me yên hatine qetilkirin, wê were hilanîn.
Gerîlayên HPG/YJA Starê li çiyayên Zagrosan Newroz pîroz kir. Pîrozbahiya li çiyayên Zagrosan bi beşdariya gelek gerîlayan bi rêzgirtina ji bo bibîranîna şehîdan dest pê kir.
Ji fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel, Amed Malazgîrt û fermandarên HPG û YJA Starê Hêzil Ozgur, Zozan Rûken, Axîn Cûdî, Sîpan Rojhilat û Aras Çatak beşdarî pîrozbahiyê bûn.
Amed Malazgîrt ji gerîla re axivî û got, hêzên HPG û YJA Starê bi derbên xurt wê bersiva pêwîst bidin artêşa Tirk a dagirker. Malazgîrt got, “Milîtanên PKK’ê wê teqez tola mirovên me yên hatine qetilkirin, hilînin.”
Newrozê koledarî şikand
Malazgîrt Newroza 2019’an li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, malbatên şehîdan, gelê Kurd, berxwedêrên li zindanan, Leyla Guven, Nasir Yagiz û çalakgerên berxwedana greva birçîbûnê pîroz kir.
Fermandar Malazgîrt anî ziman ku Newroz ji bo gelê Kurdistanê roja berxwedanê ye û got, “Çawa ku Mazlûm Dogan li zindanan li dijî xiyanet û teslîmiyetê tovên berxwedanê reşandin û bi vêxistina agirê Newrozê zincîra koledariyê li zindanan heland, gelê Kurdistanê jî li çiya û deştê agirê Newrozê gurr kir. Êdî hêza kesî têrê nake ku vî agirî vemirîne.”
Berxwedan wê bi ser keve
Malazgîrt berxwedana li zindana Amedê bi bîr xist û bal kişand berxwedana grevên birçîbûnê: “Têkoşîna azadiyê ya Mazlûm, Kemal û Xeyriyan a ku berê xwe li serketinê ye, îro bi pêşengiya hevalên Leyla Guven û Nasir Yagiz bi berxwedana grevên birçîbûnê didome. Ev berxwedan ne tenê ji bo azadiya gelê Kurdistanê ye, di heman demê de pêşengiyê ji azadiya gelên Rojhilata Navîn hemûyan re dike. Hêza kesî nîne ku vê îradeyê têk bibe. Ji ber ku biryardarî û îrade di asta herî bilind de ye.”
Amed Malazgîrt anî ziman ku berxwedana heyî wê bibe wesîle ji bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan û azadiya gelê Kurd re. Malazgîrt got, “Çawa ku dijmin nekarî li pêşberî kevneşopiya berxwedanê ya PKK’ê bisekine, îro jî dewleta Tirk a dagirker wê nikaribe li ber berxwedana bi pêşengiya van hevalan bisekine. Ya ku bi ser bikeve, îradeya berxwedêrên greva birçîbûnê ye.”
Dinya alem wê bersiva PKK´ê bibîne
Malazgîrt diyar kir, gelê Kurd wê hesab ji zilmê bipirse û got, her kes wê bibîne bê bersiveke çawa wê ji dagirkeran re bê dayin: “Dewleta Tirk a dagirker û hikûmeta AKP’ê ji bo qedandina PKK’ê çi ji destê wan hat kirin, lê bi ser neketin. Niha jî bi nûçeyên bêbingeh, dibêjin, wan pişta PKK’ê şikandiye, hêza PKK’ê nemaye ku çalakiyan bike. Bi propagandaya bi derewan hewl didin gel bixapînin. Lê kes nema ji vê bawer dike.
Rast e; 3-4 sal in bi rengekî bêperwa û bi rêbazên gemarî êrişî tevgera me û gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê dikin. Lê belê têkoşîna hevalên me ya bi çalakiyên bi bandor, propaganda qirêj a dewleta Tirk têk dibe. Rastî ev e.
Dinya alem wê bibîne ku milîtanên PKK bersiveke çawa bidin dagigrkeran. Ew şexs (Wezîrê Karê Hundir ê Tirk) çi bibêje, çi gefê bixwe û çiqasî bibêje ku hêza PKK’ê nemaye jî, gerîla çalakiyên xwe dikin û wê ji niha û pê ve hîna bi bandor bikin. Newroz hat, bi coşa agirê geş ê Newrozê milîtanên PKK’ê amadekariya pratîkeke xurt dikin. Bêguman mîna beriya niha wê ji niha û pê ve jî ev şoreşger hesabê zilma ku dagirker li gelê me dikin bipirsin. Ev şoreşger baş zanin bê hikûmeta AKP’ê li Sûrê, Şirnexê, Silopiyayê, Cizîrê ciwanên Kurd çawa şehîd xistin, malê gelê me çawa talan kirin, malên wan bi tankan çawa hilweşandin. Gerîlayên PKK’ê wê vê yekê ti carî ji bîr nekin. Milîtanên PKK’ê soz daye şehîdan û gel; tola mirovên me yên hatine qetilkirin wê were hilanîn.”
Gelê Kurd wê bi ser keve
Malazgîrt herî dawî got, “Dost û dijmin wê bibîne ku di dawiya vî şerî de gelê Kurd wê bi ser keve. Em berdêlan didin, em ê bidin jî lê belê bila were zanîn ku yên bi ser bikevin, wê milîtanên PKK’ê bin, wê gelê Kurd û Kurdistanê be. Çiyayên Zagrosê wê pêşengiyê ji serketinê re bikin. Milîtanên PKK’ê wê di pratîkê de nîşanî her kesî bidin ku berxwedana li dijî dewleta Tirk çawa tê kirin. Her hevalek wê bi hêrseke mezin û rast di pratîkê de derbên giran li dijmin bixe û bi ser bikeve. Roj roja hilanîna tolê ye.”
ANF / BEHDÎNAN