
Çêkirina avahî û xaniyên nûjen mîmariya kevnar û resen ya Hewremanê xirab dike. Ev jî dibe sedem ku hêdî hêdî ew mîmariya dîrokî û resen ji holê rabe. Pergala modern ku mîna penceşêrê xwe zêde dike, mîmariya dîrokî ya Hewremanê jî dixe metirsiyê.
Yek ji taybetmendiya Hewremanê mîmariya wê ya resen û xwesere ku bala herkesê dikişîne ser xwe û li rastê elaqeyeke mezin tê û dibe navenda geştyariyê û çandê. Lê belê çêkirina xaniyên nûjen yên li herêmê diberxwede bi demê re wê mîmariya resen û kevnar têk dibe, mîmariyeke nûjen derdixe holê.
Hostayê xaniyên kevnar Rûstem Belxeyî li ser mijarê axivî. Bexleyî behsa ferqa di navbera mîmariya nû û mîmariya kevin de dike û dibêje; “Welatiyên Hewremanê dema berê xanî çêdikirin malzemeyên cuda bi kar dianîn ku ev malzeme ji tiştên xwezayî peyda dikirin. Nimûne bi ber û darên navçeyê, xaniyê xwe çêdikirin. Di warê mîmarî û pîşesaziyê de xwedî taybetmendiyeke resen bû.”
Belxeyî dibêje, xaniyên kevin li gorî hewaya sar û zehmet ya herêmê dihate çêkirin û wiha pêde diçe: “Ji ber cografiya herêmê çiyayî, zehmet û sare lewma, dîwar bi keviran dihate çêkirin. Dîwarên malan nîv metre pehnbûn. Şibakeyan ji heriyê çêdikirin. Serban jî ji daran çêdikirin. Ev şêweyê xaniyê di zivistanê de ji sermaya zêde diparast di havînê de jî ji germahiyê diparast û û hênik digirt. Ti carî çîmento ne dihat bikaranîn.
Li cîhanê parastin heye
Rêbiwar diyar kir ku erzanî û hêsan peydakirina malzemeyên nûjen û nebûna hişyariyan welatiyan ev mîmariya kevin winda dibe û pê de çû: “Ji ber erzaniya tiştên nûjen û ne hişyariya welatiyan çanda kevnar ya Hewremanê nayê parastin. Hostayên kevin jî weke berê nemane. Hezkirina welatiyan ya ji xaniyên luks û vîlayan re bûye sedem ku di şewazê mîmariya resen ya Hewremanê de guhertin çêbibe.”
Dr. Rêbiwar Seîd her wiha daxuyakirin ku bi awayeke berçav ew guhertina mîmariya Hewremanê diyar dibe û got: “Li gelek welatên cîhanê ji bo parastina bajarên kevin bi şêweyê plana mastir nahêlin bi tu şêweyî guhertin werin çêkirin û werin nûjekirin. Lê, mixabin li gel me tiştek wisa nîne.
CÎHAD HEWRAMÎ / ROJNEWS/HELEBCE