Li bajarê Rojhilata Kurdistanê Bokanê avahiyeke 6 qatî heye. Di projeya mîmarî de gelek detay hene ku ji bo îfadekirina nasnameya Kurdî ya deverê hatine bikaranîn. Avahî ji kevirên Çiyayê Zava-Qiv hatiye çêkirin û sala 2015’an lêkirina wê temam bûye. Xelkê gundên deverê ji bo projeyê ev kevir berhev kirine. Wekî din li ser berê li avahiyê yê li rê, li ser her qetî bi rengekî cihê devereke bel heye. Li gorî mîmarê vê avahiyê Şoreş Amed, ev nûnera cilûbergên rengorengo yên jinên Kurd e. Bi vê jî berekî avahiyê yê guhertî dînamîk çêdibe. Herçî ew deverên bel in, ne ji keviran in; ew ji lewheyên 3 milîmetroyan stûr ên pola hatine çêkirin.
BOKAN