
MEHMET ZAHÎT EKÎNCÎ / HAMBURG
Leyla Elî jineke 37 salî ye ku ji bajarê Qamişloyê koçberî Ewrûpayê bûye. Leyla Elî ji malbateke welatparêz bûye û tê bîra wê ku bavê wê her sal diçûye serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Ew di 18 saliya xwe de bi ximekî xwe re tê zewicandin. Niha du kur û keçeke wê hene. ji ber zewaca xizman du zarokên wê astengdar in û demeke dirêj neçar bi dermankirina wan re elaqedar bûye. Ji ber şerê navxweyî, nekarî dermankirina zarokan dewam bike, û ji ber vê sedemê koçber dibe. Ew niha hem fêrî Elmanî dibe û hem jî zarokên xwe derman dike. Bi ser dejî dibêje, "Ez hewl didim bi erkên xwe yên welatparêziyê jî rabim."
Xwişka du şehîdan
Du birayên Leyla Elî di têkoşîna azadiya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest daye: "Birayê min azad gerîlayê PKK´ê bû, sala 1992´yan di şerekî li Cûdiyê de şehîd bû. Ji bo ku nekeve destê dijmin, guleya dawî ji xwe re veqetandibû. Birayê min Mihemed Salih jî got, ez ê çeka birayê xwe Azad li erdê nehêlim, û sala 2011´an tevlî nav refên YPG´ê bû. Piştî ku li Şengal, Til Hemis, Hesekê û Amûde li bereyan şer kir, 20´ê Cotmeha 2014´an li Kobanê şehîd bû."
Ji bilî vê di Şoreşa Rojava de biraziyê wê Lava,keçapa wê û nîvbirayê wê Dilo jî şehîd bûne. Kurapê wê Idrîs jî di berxwedana Sûrê de sala 2015´an şehîd bûye.
Em kevirê xwe bernadin
Elî dibêje, ew ê ti carî klevirê xwe de ji dest xwe bernede, û li rûmeta şehîdan xwedî derkeve û xwedî li dozê derkeve.
Leyla Elî hesreta welatê xwe jî îfade dike û dibêje, "Ez li vir bim jî ruhê min li welatê min e. Xewna min vegera min e. Ne ji ber nexweşiya zarokên min bûya, em ê nehataa vir. Bêzariyê berê min da vir.“