
Çûna ber bi Şengalê
Tirimbêl li pey hevdû û tijî koçber di ber me re derbas dibûn. Li ser rêkê me koçber di tirimbêlan de didîtin. Piştî çend seatan em gihîştin sînorê başûr û rojava. Li ser sînor şervanên Yekîneyên Parastina Gel û welatiyên bajarê Girkêlegê li ser sînor bûn. Koçber pêşwazî dikirin. Sîtêreke mezin a avê li wêderê bû. Gel ji bo avê vexwin û xwe ji şopên wê icaca dijwar rizgar bikin, xwe didan ber ava sîterê û rûyê xwe dişûştin. Koçberên xwe gihandibûn sînor di bin rokê li ser erdê rûniştibûn û li benda tirimbêlan diman. Piştî me sînor derbas kir em ketin nava jiyana ku wê di dîrokê de jê re bibêjin 'Serpêhatiyên Koçberên Şengalê.' Wê me zîndî jiyankiribane û heyecanekê ez girtibûm. Berî ku ez berê xwe bidim çiyayê Şengalê û biçim pêşiya koçberên xwe ji çiyayê Şengalê berdidin, gelek zilam û dayîkan ji min re gotin " keça min em heşt seatan meşiyane, lingê me hemû werimî ne û me gelekî zorî kişandin." Min dixwest ez wan zehmetiyan bibînim û bijîm. Me xwe kire du gurûp û em bi tirimbêlê çûn. Her ku em berbi çiyayê Şengalê ve diçûn hejmara koçberan zêde dibû û hemû ketibûn pey hevdû û dimeşiyan. Çavê herkesî li tirimbêlan bû ku werin wan ji wê çolê rizgarbikin. Bi zikê birçî û bi wê westandinê ketibûn nava pençên wê çola har de. Heya riya diçe navenda Şengalê em çûn. Bi hezaran gel ji çiyayê Şengalê ber bi sînorê rojava ve diherikîn. Mirov texmîn dikir ew zarok, jin, ixtiyar, ciwan çi hestan dijîn û di nava çi şoqê de mane.
Ev komkujî pir cûda ye
Ji riya diçe Şengalê em ketin nava gel de û em bi wan re meşiyan. Ji çiyayê Şengalê heyanî sînorê başûr û rojava çole û tu rojekê bimeşe anceq tu bikarbe wê çolê qutbike. Eger tu mîna wan koçberan piştî çend rojan birçî û bê av be, zarok, ixtiyar, jinên ducanî û ixtiyar hebin, pê re jî dilê te tejî jan û êş be anceq tu bi zorê bikarbe du rojan wê çolê qutbike. Ji xwe eger zad û av bi te re nebe tuyê di nava pencên wê rokê û icacê de bibacê. Di nava wan koçberan de ji gelek gundên Şengalê hebûn. Çîroka zarokên pêxwas di wê çolê de dimeşiyan gelo wê çawa were nivîsandin? Wê kî bikarbe hestên wan ixtiyarên di wê çolê de dimeşiyan îfade bike? Wê kîjan derman birîna wan koçberên Şengalê derman bike? Gelo wê van rojan çawa bibîrbînin? Wexta ez bi wan re dimeşiyam ev pirs hemû di serê min re derbas dibûn. Li ber çavên min însan di bin wê rokê û di nava wê icacê de hêdî-hêdî diheliyan, li ber çavên min wê zoriyê xwîna wan dimijand. Gelekî zor bû wexta zarok ji westandinê digiriyan, ixtiyar di bin wê rokê de dirûniştin û rehmeta xwedê dixwestin. Te nizanîbû tu çawa alîkarî bide wan jinên ducanî. Gelek zarok hebûn nikarîbûn ji westandinê bimeşin û te nizanîbû tuyê çawa hemûyan bide ber milê xwe û kêmekî jî be wan ji wê westandinê rizgar bike.
Alîkarî têr nedikir
Bîdonên wan ên ku ji gundên vala bi xwe re anîbûn di destê wan de bûn. Tiştek bi wan re nebû, tenê cilekî wan bistêrê li ser wan bû, eger karîbane wê ji germahiyê ew cil jî avêtbane. Her tişt ji wan re giran dihat. Şervanên Yekîneyên Parastina Gel bê ku kêliyekê bisekinin û ji bo însan di wê çolê de nefetisin bi sîtêran av dianîn pêşiya gel. Gel ew bîdonên xwe tejî dikirin û du deqe derbas nedibû ew av germ dibû û te çi qasî vexwarbane têhna te nedişikest. Piştî ku gel digihîştin gundekî vala, navber didan û li benda tirimbêlan diman. Şervanên Yekîneyên Parastina Gel li wî gundî xwarina germ ya ku ew deh roj nexwaribûn ji wan re amade kiribûn û xizmeta wan dikirin. Ji bo koçber kabûsa wan rojan jibîr bikin çi ji destê şervanên Yekîneyên Parastina Gel hatibane dikirin. Wexta lêvên min di bin wê rokê de ziwa bûn û qelişîn min hîskir wan koçberan çi zorî kişandin, dema ku çokên min betilîn û min nema dikarîbû ez bimeşim, min hîskir vî gelî çiqasî li berxwedaye heyanî ev roj derbaskirine.
NEHIR PALE