Necah Gulo di sala 1962`an de li bajarê Qamişlo ji dayîk bûye û niha li taxa Hilêliyê dijî. Ew hevjîna têkoşerê Kurd Nûredîn Gulo ye ku di sala 1984`an de tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bû û di 9`ê Tîrmeha sala 1991`an de jiyana xwe ji dest da. Gulo jî di wê demê de li ber destê têkoşera Kurd Edalet fêrî zimanê Kurdî dibe.
Perwerdehî da ber min
Gulo ku dayîka 4 zarokan e di sala 1990`î de bi 3 zarokên xwe re li herêma Beqa ya Lubnanê cara pêşî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibîne. Di 5`ê Kanûna sala 1997`an de Gulo li ser daxwaza Ocalan tevlî dewreya perwerdeyê ya 4 mehan dibe û li wê derê cara duyemîn Rêberê Gelê Kurd dibîne. Gulo diyar kir ku di nava endamên dewreyê de ji ber ku bi tenê ew dayîk bû, Ocalan gelek rêz nîşanê wê dida.
Jin mêran tînin dinê
Gulo diyar kir ku piştî mehekê Ocalan pirsa navê wê dike, ji ber her kesî wê çaxê ew wek hevjîna şehîd Mistefa bi nav dikir. Gulo got ku dema Ocalan zaniye ku navê wê Necah e, jêre gotiye ku wateya navê te serkeftin e. Gulo diyar kir ku Ocalan wê çaxê jêre gotiye ku pêwîste jin bi navê xwe yê rast bên binavkirin, ne bi navê hevjînê xwe, pêwîste jin ne girêdayî ti kesî bin û biryarên xwe bi xwe bide ji ber ku jin mêran diafirînin, lewma pêwîste jin bi iradeya xwe ji bo azadiyê têbikoşin.
Hêz da jinan
Dema ku Gulo di perwerdeyê de bû, piştî du mehan kurê wê yê mezin diçe serdana wê, wê çaxê Ocalan jê dipirse ku ev çi yê te ye, Gulo jî dibêje ku ev kurê min ê mezin e. Gulo da zanîn ku Ocalan wê çaxê jê xwestiye ku dema ew vegere bajarê Qamişlo ji bo zanist û perwerdeya jin û dayîkên bajêr têbikoşe.
Gulo da zanîn ku ew piştî perwerdeyê gelek bi hêz û irade bûye her wiha wê di nava xebatê de gelek êş û azar kişandine, zarokên wê gelek caran ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine girtin û bi mehan di zindanan de mane, her wiha gelek caran hêzên rejîmê bi şev êrîşî mala wê kirine. Necah Gulo di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku wê li ser bawerî û hêza ku ji raman û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan girtiye xebat û êkoşîna xwe dewam kiriye.
QAMIŞLO