Miradê Mirada qala bandora Arjen Arî ya li ser xwe dike û dibêje, “Min guh da dengê Arjen û giranî da ser xwendina bi Kurdî. Piştre min xwest bi Kurdî hin tiştan hilberînim. Bi vî rengî helbesta min Radîşo afirî. Helbest tiştekî welê ye ku mirov dikare bi rêya wê êşên gelê xwe vebêjin. Di nava civakê de rola helbestê gelekî girîng e. Ji ber vê yekê Arjen Arî wê timî bibe pêşengê me.”
Miradê Miradan di pêşbirka Helbestan a Arjen Arî ya 6’an de li Amedê bi dosyaya helbestan a bi navê Radîşo bûbû yekemîn. Weşanên Sor jî ev dosya weke kitêb îsal çap kir.
‘Berpirsiyariyeke vê xelatê heye’
Miradê Miradan diyar dike ku xelat ji bo wî bûye moraleke mezin û dibêje, “Ev xelat gelekî girîng e, û berpirsyariyeke xwe heye. Ev berpirsyarî di heman demê de wê bike ku ez bêhtir giraniyê bidim ser karê xwe. Ji ber ku Arjen Arî ti carî dest ji nivîsandina helbestan bernedabû. Arjen Arî 15-20 berhemên ji helbest û çîrokan afirand. Wê timî ji bo min bibe hêzek.”