ZEYNEL BULUT
e-rojname/STENBOL
Hunermend Baran Bozyel ku berê tenê stranên bi Tirkî digotin, piştî li Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) li Stenbolê dest bi xebatên çand û hunerî dike xwe li Kurdî digire û ji bo vê yekê dibêje: “Bi NÇM’ê re min çand û hunerê Kurdî nas kirin. Di NÇM’ê de min girîngiya ziman û huner fêm kir.”
Baran Bozyel bi albuma xwe ya “Şewq” sala 2016´an derket meydana muzîka Kurdî. Me bi Baran Bozyel re li ser serpêhatiya wê ya NÇM´ li wir ji nû ve nasîna wê ya zimanê kurdî û pêvajoya amadekirina “Şewq”ê peyivîn.
Baran Bozyel a ku di nava malbateke hunermend de mezin dibe, dibêje dengbêjî tesîreke mezin lê dike û derbarê vê yekê de wiha diaxive: “Hunerê wan ji bo min bû mînak. Di temenekî biçûk de meraqa min a ji bo mûzik û dengbêjiyê çêbû. Dema diçûm dibistanê jî mamosteyan dixwest ku ez xwe di hêla huner de bi pêş bixim. Lê bi hatina Stenbolê re ev derfeta min hinekî kêm bû. Tenê carinan li malê, bavê min li sazê dixist û min jî stran digotin.”
Qirrkirin li dijî ziman û hunerê Kurdî
Piştî demekê Bozyel sala 2009’an li NÇM’ê dest bi xebatên çand û huner dike. Bozyel ji me re dide zanîn ku li NÇM’ê pirsên weke ‘Çima heta niha min bi Tirkî stran digotin?’ di serê wê de çêdibe û wiha qalka vê pêvajoyê dike: “Min li stranên Kurdî guhdarî dikir, lê nedigotin. Min li NÇM’ê xwe nas kir. Piştre jî beşdarî perwerdeyên ziman û dîroka çanda Kurdî bûm û min xwe bi pêş ve xist. Bi NÇM’ê re min çand û hunerê Kurdî nas kirin. Di NÇM’ê de min girîngiya ziman û huner fêm kir. Wekî din min qirrkirin li ser ziman û hunerê Kurdî dît.”
Têkoşîna jinan dibe çavkanî
Bozyel derbarê destpêkirina stranbêjiya xwe de wiha qise dike:”Rojekê hevalekî li tembûrê dixist û min jî stran got. Li ser vê yekê jî pêşniyaza stranbêjiyê kirin. Beriya stranbêjiyê, min demeke dirêj xebatên çand û huner meşandin. Ya din jî li ser têkoşîna jinan pirr difikirîm. Min xwe deyndarê wan hîs dikir. Bi taybetî sê jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin û Ekîn Wan bandoreke mezin li min kir. Biryara derxistina albuma li ser jinan jî encama van hîsan bû. Dilê min pirr êşiya. Min xwest vê êşê binivîsim, bînim ziman û ragihinîm.”
Çima Şewq?
Albuma wê “Şewq” ku 2016 derçû, berhema xebateke çar salan e. Bozyel wiha behsa albuma xwe dike:”Hemû stranên min li ser jinan û jinên berxwedêr e. Berxwedana jinên berxwedêr şewqa xwe da min. Ji ber wê jî min got bila navê albuma min Şewq be. Bi taybetî jî jinên Kurd.”
Helbestên Firîk Dede
Di dewamê de jî hunermend Bozyel balê dikişîne ser xebatên xwe yên niha û wiha dipeyive: “Hin xebatên min ên li ser stranan hene. Wekî din jî ez amadekariya repertuareke herêma Depê dikim ku hêj nehatine gotin. Wan berhev dikim. Wekî din jî min ji helbestên Firîk Dede muzîk çêkir. Kurê wî hatiye kuştin û li ber çavên wî hatiye şewitandin. Piştî vê buyerê jî serê xwe qet neşûştiye, riha xwe nequsandiye û neaxiviye. Tenê helbest nivîsandine û li tembûrê xistiye. Li herêma Dêrsimê mirovekî pirr bi nirx e.”