Sala 1978´an min Mahzûnî li Kolnê, li mala Mistkî Îmam Huseyîn ê Kirkisrakî me da ber hev. Min Mahzûnî perîşan kir. Tembûra xwe da min. Min ew tembûr bi emanetî dabû [Hozan] Dilgeş.

 

LUQMAN GULDIVÊ

Bibîranîn hem ji bo nivîskarî û hem jî ji bo xwîner tên nivîsandin. Ji ber wê yekê wek cûreyekî taybet in. Carinan gav mirov bi hin mijaran dadikeve, hez dike ku bibîranek, yan jî hin bibîranînên wê tiştê, wê bûyerê yan jî wî mirovî hebin. Niha bibîranînên Miradê Kinê nivîsandî bûya, bi ya min wê di warê dîroka herîmê ya civakî-aborî de gelekî baş bûya. Gava ku Hozan Dilgeş 11´ê Adara 2017´an kiras guherî, dîsa bivênevê hat ber dilê min û min got, xwezî wî behsa xwe kiribûya. Bi gotinê, bi nivîsê yan jî bi dîmen. Behsa gundê xwe yê li Bagokê bikira, behsa wê yekê bikira ka çawa wî tembûra xwe xist xizmeta şoreşa Kurdistanê. Behsa bi rêxistinkirina meydana hunerî li Ewrûpayê bikira. Herî zêde jî behsa serpêhatiya peydabûn û belavbûna “Muxtaro” û “Bijî şerê me li Bagokê” bikira. Bi Kurmanciya xwe wî bigota; belkî kesekî jî binivîsanda.

Ji bo Aşik Temelî ev çû serî. Kitêba wî bi navê “Soz Kisa Kalsin: Anilarim (Bila gotin kurt bimîne: bibîranînên min)” ji Weşanên Aryen* derçû. Helbet ya dilê min ew bû ku wî jî bi Kurdiya xwe bigota, kitêb wisa bihata nivîsandin. Lewma di destpêka kitêbê de Aşik Temelî malavahiya Firaz Baran û Îbrahîm Bulak dike ku di nivîsandina kitêbê de esas ked û karê wan heye û herdu jî di nivîsandina Kurmanciyê de jêhatî ne. Lê axir, zimanê kitêbê Tirkî be jî, di navê de Aşik Temelî gelek caran hevokên Kurdî bi cih kirine û şiir û stranên xwe yên bi Kurmanciyê jî nivîsandine. Çawa ku Rewşa Welat, Bi Hogirî-Hogirî, Welatê Me û gelekên din nivîsîne.

Bila Gozê nebîne

Zimanê wî weha ye, weke ku li cem mirov rûne û behsa bibîranên xwe bike. Wexta li Stenbolê piştî ku 2 rojan êşkence lê dibe û paşê tê berdan, resmê wî di rojnameya Gunaydinê de derdikeve. Gava behsa wê yekê dike çawa dayik û bavê wî ev resmê her dera wî bixwîn dîtine dibêje: Babam, “Saklayin bila Gozê nebîne” demiş. Anam da gazeteyi gormuş, “Wî, ev ê li erdê Temelî ye” demiş.**     

Jixwe, zimanê vegotinê di kitêbê de gelekî samîmî û rastgo ye; heta ne ku ziman tenê weha diyar e, Aşik Temelî bi xwe ji dil dibêje û li hin tiştan jî rehet mikur tê. Ew gava li ciwaniya xwe ya dikarê sendîkavanî û hozaniya şoreşgeriyê vedigere dibêje, “Hingê min doza Tirkiyeya tam serbixwe dikir û min bawer dikir kemalîzm li dijî împeryalîzmê doza serxwebûnê dike.” (r.61) Ew ê di nava tevgera xwe ya siyasî de fêr bibûya ku kemalîzm îdeolojiya dewleta Tirk û Henifî bûye.

Kurdî ji bo Temelî û Denîz

Aşik Temelî di vegotina xwe de weke ku poşmaniyekê îfade bike, gelekî behsa kurdbûna xwe, bi kurdî peyivîna xwe dike, heta hiseke wisa bi mirov re çêdibe weke ku dixwaze lîderên tevgera 68´an li Tirkiyeyê, nexasim jî Denîz Gezmîş weke kesekî ji Kurdan haydar û xwedî li mafên wan derketî nîşan bide. Yanî bi îhtîmam ev tişt hatine hilbijartin ji nava bîra Aşik Temelî û bûne gotin: “Denîz slogana Biratiya Gelên Kurd û Tirk belesebeb negot. Hevalên wî yên herî saxlem Kurd û Ermenî bûn. Celal [Dogan] Kurd bû, Garbîs [Keşîşoglu] Ermenî bû.” (r. 63) Hema beriya wê jî dibêje, “Ez û Celal timî bi Kurdî dipeyivîn. Denîz digot, xweziya min jî bizaniya.” Li ser wê, ew û Mehmet Guneş gramera Kemal Badillî û ferhenga Musa Anter didin Denîz Gezmîş: “Gava Denîz rahişt wan [kitêban], weke ku bask pê ve hatibin, bifire. Gelekî kêfa wî hat”.

Hevîdtina wî ya bi Aşik Mahzûnî re ya li bajarê Kolnê jî cihekî fireh di kitêbê de digire, ne bi vegotina wê, lê bi encamên wê ku ew dana berhev a bi Mahzûnî re dinivîse. Ew dibêje, wan 90 deqîqeyan daye ber hev: “Sala 1978´an min Mahzûnî li Kolnê, li mala Mistkî Îmam Huseyîn ê Kirkisrakî me da ber hev. Min Mahzûnî perîşan kir. Tembûra xwe da min. Min ew tembûr bi emanetî dabû [Hozan] Dilgeş. Rojekê min got, ka tembûr li ku ye Dilgeş. Wî got, mamoste tembûr belav bû.”

* Aşik Temelî, Soz Kisa Kalsin: Anilarim. Weşanên Aryen, Enqere 2020.

** Bavê min gotiye, “Veşêrin, bila Gozê nebîne”. Dayika min rojname dîtiye, gotiye, “Wî, ev ê li erdê Temelî ye”. (r.55)