Çalakgerê Kurd Diyarî Kurdî yê ku xwe avêtibû ber erebeya serokwezîrê Ingilîstanê Boris Johnson, ji serokwezîr re nameyeke vekirî nivîsî û ev name di rojnameya Morning Star de bi temamî hat weşandin. Di nameyê de wî ji Johnson xwest dawiyê li hevkariya Ingilîstanê di siyaseta qirkirina Kurdan de bîne. Diyarî Kurdî yê 59 salî hefteya bihurî çarşemê, di dema çalakiyeke li dijî dagirkeriya dewleta Tirk de xwe avêtibû ber erebeya serokwezîr Boris Johnson. Di encamê de erebeya parêzerên Johnson li erebeya wî qelibîbû. Dizarî Kurdî careke din got, heger wî kesek êşandibe ew doza lênegirtinê dike û dibêje, hikûmeta Tirk êrişeke qirkirinê dibe ser Kurdan. Ew wiha dewam dike: "Weke civaka Kurd me her tişt kir da ku em bala dinyayê bibin ser sûcên dewleta Tirk li dijî Kurdan. Wê rojê min tenê xwest hûn dengê min bibihîsin." Diyarî Kurdî nexasim îşaret bi hevkariya bi dewleta Tirk re a hikûmeta Ingilîz û firotina sîleh û teknolojiya sîlehan kir û got, bi ser de jî Kurd ji ber ku doza mafên xwe dikin tên krîmînalîzekirin. Wî di nameyê de got, "Hikûmeta Birîtanî hevkarê sûcê Tirkiyeyê ye di şerê li dijî Kurdan de, nexasim bi dewamkirina firotina sîlehan. Miletê Brîtanyayê divê li dijî vê hikûmeta muhafezekar piştgiriyê nîşanî miletê kurd bide û banga bike da ku tavilê firotina sîlehan a ber bi Tirkiyeyê ve bê rawestandin." Wî ji Boris Johnson wekî din xwest ku dawiyê li qedexekirina PKK´ê û di lîsteya rêxistinên terorîst de bicihkirina wî bîne. LONDON