Gerîlayên ku berê wan her tim li çiyayan e û bi xwe jî bi çiyayan ve kelijîne, mirov nikare bi rengekî din jî tesewiura wan bike. Ji ber ku çiya warê jiyan û hebûnê ne. Çiya warê xwe pakkirin û xwe ji tevahî xelekan qutkirinê ye. Ango li wir bûn, gerîla bûn, bi qasî çiya pak, bilind, serhildêr û asê bûyîn e. Warê parastin û hêzdarbûyînê ye. Ji ber vê yekê ye ku berê gerîlayan her tim ber bi bilindiyan û baniyan ve ye. Ev wêne jî şahidê  wê kêliyê ye ku du gerîlayên jin bi hev re çiyayê herê bilind nişanî hev didin; weke ku ji hev re bibêjin em ê jî weke welatê xwe serhildêr, asê û bilind bin. Ango çawa ku welatê me, welatekê berxwedêr û serhildêre em ê jî weke welatê xwe bin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN