Hevserokên KCD, HDP, DBP û HDK’ê, li ser Newroza îsal a bi şiyara “Bi berxwedanê re em ê bi ser bikevin” bê lidarxistin, li avahiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a Amedê civîneke çapemeniyê lidar xistin.
Hevseroka KCD’ê Selma Irmak di axaftina xwe ya li civînê de ragihand, ku ew îsal di pêvajoyên gelekî zehmet re derbas bûn û wiha axivî: “Hêzên dewletê bi her awayî wehşet li Kurdistanê kirin. Cenazeyên me hatin şewitandin, bedenên jinan hatin teşhîrkirin. Gundên me, taxên me hatin xerakirin. Tevî van hemûyan jî gelê me ji berxwedanê neqeriya û cih û warên xwe neterikand. Ji aramî û aştiyê xwestir tiştekî din nîne. Bila mirovekî bi tenê jî zerarê nebîne. Em ji bo vê di nava hewldanan de ne. Em dixwazin navê vê Newrozê jî bibe Newroza berxwedan û azadiyê. Em ê li her bajarî Newroza xwe pîroz bikin. Di dilê me de birîn hene, lê belê bi berxwedan û coşeke mezin re em dikarin li hemberî zilmê bisekinin. Em ê bi van hestan Newrozê pêşwazî bikin, pîroz bikin.”
Banga ji bo Cizîrê
Irmak da xuyakirin, ku Newroz wê li Amedê di 21’ê Adarê de were pîrozkirin û got, “Em dixwazin di 22’ê Adarê de jî her kes biherike Cizîrê. Em dixwazin coşa Amedê bigihînin Cizîrê. Em dixwazin li Cizîrê berxwedanê bi Newrozê re pêşwazî bkin. Em aştiyeke welê dixwazin ku li şûna herikîna xwînê, gul lê vebe.”
Em ê mîna zarokên Kawa pêşwazî bikin
Demîrtaş jî bi pîrozkirina Newroza her kesên ji ruhê Newrozê bawer dikin, dest bi axaftina xwe kir.
Demîrtaş got, “Me Newroz, bi taybetî di salên 90’î de her sal bi zext û zilmê re pêşwazî kir. Ji sala 2000’î û vir ve jî me bi Newrozên girseyî yên bi destûr pêşwazî kirin. Ji sala 2013’an û vir ve di nava sê salên dawî de, nameyên Ocalan ên di Newrozê de hatin xwendin, ji bo bidawîbûna şer li Rojhilata Navîn, hêviyeke nû afirandibû. Me sê Newrozên dawî bi vê hêviyê pêşwazî kirin. Ji her devera cîhanê mirov herikîn Amedê û şahidî ji dîrokê re kirin. Lê mixabin ev pêvajo bi başî nehat nirxandin.”
Demîrtaş got, “Di demeke ku xwîn diherike û aştî xera bûye de em Newrozê pêşwazî dikin û axaftina xwe wiha dewam kir: “Eger hikûmetê hemû gel, Kurd, Tirk qebûl bikira, di sala 2016’an de wê Newrozeke aştiyê bihat pîrozkirin. AKP’ê bi bidestxistina dewletê re berjewendiyên xwe ferz kir û welat ber bi rewşeke xitimandî ve dehf da. Newroz weke destpêka hêviyeke nû derdikeve pêşiya me. Em ê Newrozê di atmosfereke şînê de pêşwazî nekin. Mîna ku Dehaq li pêşberî Kawa têk çû, emê mîna zarokên Kawa pêşwazî bikin. Newroz destpêka vekirina rêyeke nû ye. Em bi şiyara ‘Bi berxwedanê re em ê bi ser bikevin’ Newrozê pêşwazî dikin. Ji bo pîrozbahiya li qadan me serlêdanên xwe kirine. Heta niha ti pirsgirêk derneketiye pêşiya me. Em li bendê ne ku Walîtî û hikûmet bi hesasî nêzî qadên pîrozbahiyan bibin.”
Pirsgirêk wê kûr bibe
Demîrtaş, piştî daxuyaniya li ser pîrozbahiyên Newroza îsal, bersiv da pirsên rojnamevanan ên li ser mijarên di rojevê de ne. Derbarê pirsa li ser fezlekeyên li hemberî wan de, ku ji Meclîsê re hatine şandin Demîrtaş wiha axivî: “Bi sedan fezlekeyên li hemberî me çûne ber destê parlamentê. AKP dixwaze van fezlekeyan derxîne pêş. Têkildarî AKP’ê de jî fezleke diçin Meclîsê, lê AKP dixwaz yên me derxîne pêş. Em tevî hemû wekîlên xwe endamê rêxistinekê ne. Ew rêxistin jî HDP ye. Eger em endamê rêxistineke din bûna, me yê ev bigota. Ti fikareke me ya şexsî nîne. Pêwîstiya me bi aştiyê heye. Ev rewşa AKP dike, derbê li lêgerîna li aştiyê dixe. Eger mafê destlênedanê yê 550 parlamenteran bê rakirin, weke HDP’ê em ê jî dengê ‘erê’ bidin. Lê belê dixwaze me bikin qurban û yên karên nelirê û rûreşî kirine nexin rojeva Meclîsê. Eger me bikin qurban, ev ê pirsgirêkê kûrtir bike. Bi girtîgehan re gefê li me dixwin. Em ne ew kesên ji girtîgehan ditirsin e. Zêdeyî nîvê mirovên koma me, nîvê emrê xwe di girtîgehan re derbas kirine. Girtîgeha mala me ya duyemîn e. Di nava civakên demokratîk de helwestên bi vî rengî li parlamentê, li Serokwezîr nayên. Em ji gefên girtîgehê natirsin. Hatîp Dîcle, Orhan Dogan, Leyla Zana bi salan li girtîgehê hatin ragirtin. Kesekî ji wan serî tewand? Çi bû; em bi 80 kesan hatin Parlamentê.”