Navenda Radyo Rojava bi boneya salvegera 6’an a damezrandina xwe: “Em ê weşana xwe li ser xeta azadiya gelan, hevrêyên şehîd, ragihandina azad û li ser şopa heqîqetê bi têkoşîn dewam bikin.”
Radyo Rojava niha li bajarê Hesekê yê herêma Cizîrê weşanê dike. Ev radyo beriya bi 6 salan hat damezrandin. Navenda wê doh bi boneya salvegera 6’an a damezrandina xwe, daxuyaniyek nivîskî weşand û got, “Em ê weşana xwe li ser xeta azadiya gelan, hevrêyên şehîd, ragihandina azad û li ser şopa heqîqetê bi têkoşîn dewam bikin.”
Daxuyaniya Navenda Radyo Rojava bi berfirehî wiha ye;
“Em salvegera 6’an a damezrandina Radyo Rojava li tevahiya şervanên azadiyê, gelê me yê welatparêz û malbatên şehîdan pîroz dikin. Em bi coşeke mezin derbasî vê salê dibin ku di vê salê de me serketinên mezin bi dest xistin. Ji nû ve avakirina Radyo Rojava jî yek ji berhemên vê têkoşîna bi rûmet a bi salan e, ku li hember dagirkerî û Faşîzmê tê kirine. Weke her sal, di sala 2019´an de jî ku li her derê agirê azadiyê geş dibe û gelê Kurd bi kelecaneke mezin derbasî bihareke nû dibe. Em jî hewl didin da ku karibin di sala xwe ya nû de bibin şopdarên heqîqeta bê dawî ya şoreşa gelê azad.
Ji nû ve damezrandin gavek tolhildanê ye
Li ser bingeha Şoreşa Rojava, meşa azadiyê ya bi pêşengtiya parazvanên axa welat û bi tekoşîna domdar a ku serketinên mezin bi xwe re anî. Di serî de bidawîanîna rêxistina terorîst DAIŞ´ê bi destê şervanên YPG, YPJ û QSD´ê, avakirina herêmeke bi ewle ku hemû pêkhateyên civakê di aramî û aşitiyê de li ser bingeha pergala “Neteweya Demokratîk” li ser vê axê dijîn û xwe bi rê ve dibin. Ev yek jî nîşaneya serketina xeta azadî û demokrasiyê li hemberî dagirkerî û faşîzmê ye.
Em jî di herîkîna van salan de, di nava hewldanan de bûn da ku xwe bigihînin her devera berxwedan û tekoşînê. Di serî de, ji nû ve avakirina radyoyê û weşanê piştî êrişa dewleta Tirk a dagirker di 24´ê Nîsana 2017´an de bi biryardarî û ezîmeyeke xurt ji bo tolhildana şehîdên ku di oxira vê êrişa tirsonek de bi canbexşane tevlî refên pakrewanan bûn, damezrandina Radyo Rojava ji nû ve yek ji gavên sereke ji bo tolhildana van şehîdan e. Piştî vê, ev tekoşîn bi bidestxitina desketiyên mezin dewam kir.
Weşana li ser du pêlan li dijî êrişan
Ji nû ve avakirina Radyo Rojava di 10´ê Îlona 2018’an de, yek ji serketinên bi nirx ku bû bersiv li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker. Îro jî piştî 8 mehan ji weşana nû û 6 sal ji damezrîna radyoyê, dîsa jî em bi weşangeriya xwe ya zindî li meydaneke berfireh ji axa Bakur û Rojhilatê sûriyê weşana xwe dikin. Dîsa em di nava hewldanandanê de ne ku dengê radyoya xwe bigihînin her deverê. Dewleta Tirk a dagirker ji ber ku desketiyên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê qebûl nake, bi her cûreyên êrişan dixwaze van desketiyan pûç bike û şoreşê tesfiye bike. Lewma jî êriş û gefan li civakê û axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Xwest dengê radyoya me jî qut bike ji civakê, ev çendîn car e ku pêlên parazît diavêje ser pêlên weşana me. Lê me bi tekoşîna xwe ya domdarî ev êriş têk birin. Niha jî em bi 2 pêlên xwe: yek li stasyona çiyayê Kizwanan li ser pêla 104.2 û ya din jî li stasyona çiyayê Qereçox bi pêla xwe ya 89.4 ku ev pêla Rojava FM a despêkê ye, weşana xwe dikin.
Li ser xeta azadiyê
Piştî 6 salên dilsozê nirxên şoreşê, bi berxwedanî û tekoşîn, bi îrade û biryardariyekî xurt, em bûn şopdarê azadiyê, li tevahî şoreşê belav bûn.
Em salvegera 6’an a damezrandina Radyo Rojava ku dikeve sala 7´an, li tevahî şervanên azadiyê, gelên me yên welatparêz û li tevahiya guhdaran pîroz dikin.
Weke her salê, di sala 2019’an de jî, em ê weşana xwe li ser xeta azadiya gelan, hevrê yên şehîd, ragihandina azad û li ser şopa heqîqetê bi têkoşîn dewam bikin.”
ANHA / HESEKÊ