
'Gelo ev çi bêexleqî ye?'
Encu, anî ziman ku Şivan 8 salan dibistan xwend û piştî re jî ji bo debara malê bike dibistan terk kir û wiha axivî: "Kurê min Şivan dixebitî û deberaa malê dikir. Ji bo debarê bike dest bi qeçaxçîtiyê kir. Ji bo derabara malbatê hate qetilkirin. Selahattîn, nehat merasima kurê xwe Şivan jî. Lê niha bê eyb û şerm diçe Meclîsê û dixwaze ji bo xwîna kurê min taznîmatê bigire. Hesaba li ser xwîna kurê min pere bigire dike. Gelo ev çi bêexlaqiye û çi mirovahî ye? Em vê yekê qebûl nakin." Encu, da zanîn ku ew ji dewletê tazmînatê naxwazin û wiha pê de çû: "Heke tazmînatê bidin Selahattîn em vê yekê teqez qebûl nakin. Ew şehîdê me ye. Heya niha rojekê xwedî li me derneket. Kurê min Şivan li ser navê hewiya min qeyd kir. Lê Şivan kurê min e. Ev bav heye niha ne xwedî li kurê xwe ne jî xwedî li me derneket. Ma niha şerim nîne hewildide ku li ser xwîna kurê xwe pere qezenc bike. Ez vê rezaletê qebûl nakim."
'Em wî wekî bav qebûl nakin'
Xwîşka Şivan Encu Jiyan Encu jî diyar kir ku ji bilî rûmeta wan tu tiştê wan tuneye û wiha got: "Birayê min hate qetilkirin. Selahattîn ê ku îdîa dike bavê me ye tevlî cenazeyê birayê min nebû. Niha çawa diçe Meclîsê û li ser xwîna birayê min pere dixwaze. Em birayê xwe dixwazin. Di qeydên nifûsê de em li ser navê jina hewî qeyd kirine. Neheqî li dayîka min kir. Em hemû li ser navê hewiyê qeyd kirin. Em hewiyê wekî dayika xwe û Selahattîn jî wekî bav qebûl nakin."
Xwîşka Şivan Encu ya herî biçûk Dîlek Encu jî diyar kir ku kesê îdîa dike bavê wan e 14 salin terka wan kiriye. Encu, anî ziman ku dayîka wan ji bo debara wan koletiya xelkê kir û wiha got: "Mafê wî tune ku eziyetê bi me bike. Em tezmînata dewletê qebûl nakin. Gelo em kurê Erdogan bikujîn û pere bidin wî dê qebûl bike? Em birayê xwe dixwazin. Ji bîlî wî tu tiştî naxwazin."
'Her tim îşkence li me dikir'
Dîlek Encu, da zanîn ku hewiya dayîka wê her roj îşkence li wan dikir û wiha axivî: "Di cejnan de em ji Silopiyê dişandin Cizîrê. Dixwest em dizi û parsekiyê bikin. Em ji ber îşkenceya wan reviyan hatin cem dayika xwe. Tenê birayê min Şivan debara malê dikir. Sehattin heta niha carekê halê me nepirsî. Bila me jî nifusa xwe bavêje. Ger ku dê tazmînatê bistîne em dê qebûl nekin."
DÎHA/ŞIRNEX