Şaredariya Sûrê ya navçeya Amedê ji bo çanda Kurdan bidomîne xebatên xwe bi projeyek nû berdewam dike. Vê projeya nû ya çanda Kurdan bi “Roja şehîreyan” dest pe kir. Jinên ku di çarçoveya projeyê de kom dibin vê çandê ji nifşê nû re qehîm dikin.
Li navçeya Sûrê ya Amedê, ji bo jin tevli jiyana aborî bibin û çanda xwe bijîn Şaredariya Sûrê ji bo jinan projeyên nû amade kirin. Şaredariyê niha jî hefteyê carekê roja Pençşêmê ji bo jinan, bernameya “Roja şehîreyan” li dar dixe. Ev çanda birîna şehîreyan a gelek kevin, berê li gundan pêk dihat, niha şaredarî li kolanên Sûrê bi deste 15 û 20 jinan pêk tîne. Bi vê projeyê şaredarî li aliyekî armanc dike derfeta aborî ava bike û li aliyê din armanc dike ku çanda Kurdan a berê zindî bike û pêş bixe.
Berpirsiyara projeyê û Cîgira Şaredarê Sûrê Gulbahar Ormek, der barê projeyê de diyar kir ku ew wek Şaredariya Sûrê û jin bi hevra şehîreyan çedikin. Ormek, anî ziman ku jinan berê li kolana şehîre dibirîn û wiha axivî: “Berê li kolanekê 10 jin li hev kom dibûn û bi tifaqî û zebarê şehîre dibirîn. Piştî şehîre dibirîn, şehîre ji 10 jinan didan jinekê.
Her rojê şehirê malbatekê dihatin birîn . Her hefte jin li hev kom dibûn û şehîrê malekê dibirîn. Jinan dema ev kar dikirin, hem hest û ramanê xwe par ve dikirin, hem êş û kenê xwe û hem jî tifaqa xwe par ve dikirin. Çîrokên xwe, serpêhatiyên xwe û çanda xwe bi hevre par ve dikirin. Her wiha dema nexweş diketin jî alîkarî didan hev û ji derdê hevre dibûn derman.”
Ormek, anî ziman ku ev proje ji bo jiyandina çanda Kurdan pir girîngê û wiha berdewam kir: “Armanca me ne ew e ku bi vê projê şehireyan çekin bidin malekê.

Em armanc dikin ku hem çandê bidin jiyandin û hem jî tifaqê pêş bixin. Her wiha li aliyê din vê yekê bikin çavkaniya debarê. Em dixwazin bi vê yekê çanda zebareyê pêş bixin. Bi vê yekê jin dê karibin pirsgirêkên xwe yên aborî, civakî bi xwe derman bikin. Armanc ew ê ku em çand û kevneşopiyên xwe bidin jiyandin.” Ormek, destnîşankir ku armanc ew e ku vê çand û kevneşopiyê derbasî pêşerojê bikin û bidin parastin û pêş bixin. Ormek, bilêv kir ku zarokên niha vî karî temaşe dikin û de bi vêyekê dîrok û çanda xwe hîn bibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dê vê çandê ji pêşeroja xwe re bêjin û derbasî pêşerojê bikin. Em bi vî karî fêresata ‘jin nikarin ji mal derkevin, jin nikarin kar bikin’ xera dikin û li şûna wê baweriyê didin jinan. Bi vê yekê baweriya jinan a li hemberi wan zêdetir dibe.”

AMED