Meclîsa Rûspiyan ji bo ku bibe gaveke bingehîn li ser riya jiyana hevbeş û biratiya gelan mezin e û got: “Em ê Girê Spî bikin mînakeke biçûk ji Sûriyeke demokratîk û azad.”
Di 27’ê Tîrmeha 2015’an de Meclîsa Rûspiyên Herêma Girê Spî di bin durişmeya “Sûriye ya hemû pêkhateyan e” de di civînekê de hate avakirin. Di civînê de şandeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, rûspiyên êlên herêmên Girê Spî û Serêkaniyê û nûnerên Meclîsa Biratî û Jiyana Hevbeş a bajarê Serêkaniyê amade bûn. Di dawiya civînê de 16 endam ji bo birêvebirina Meclîsê hatin hilbijartin.
Endamê Meclîsa Rûspiyên Herêma Girê Spî Hemdan Hesen Ebid ku ji pêkhateya Ereb e derbarê girîngî û armancên wiha axivî: “Meclîsa Rûspiyan ji hemû pêkhateyên herêmê pêk tê û jin jî cihê xwe di vê meclîsê de digirin. 16 endamên Meclîsê ku di civîna damezrêner de hatibûn hilbijartin, yekemîn civîna xwe ji bo avakirina meclîseke herêmî ya bajêr li dar xistin. Her wiha ji bo birêvebirina hemû xebatên xizmetguzariyê girêdayî meclîsa herêmî buroya perwerdeyê, buroya edaletê, buroya bazirganî û aboriyê û buroya darayî hatin avakirin.”
Hesen Ebid diyar kir ku mafê her welatiiyekê yê herêma Girê Spî ye cihê xwe di meclîsa herêmî de bigire û wiha domand: “Em bi riya Meclîsa Rûspiyan herêma xwe bikin mînaka jiyana azad û bi rûmet û jiyana hevbeş û biratiya gelan biçespînin. Em ê herêma Girê Spî bikin mînakeke biçûk ji Sûriyeke azad û demokratîk re ku hemû pêkhateyan bi hezkirin, biratî û hevkariyê bê cudahî hembêz dike.”
Ji bo aramî Xweseriya Demokratîk
Hesen Ebid derbarê sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li herêmên Rojavayê Kurdistanê de nêrînên xwe wiha anîn ziman: “Şerê ku ev 4 sal in li Sûriyeyê rû dide, tenê kuştin, talan, wêrankirin û koçberî bi xwe re anî. Lê herêmên ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk lê hatine avakirin, karibû ku atmosfêrekî aram peyda bike û bihêle ku civak hemû karûbarên xwe bê cudahî di navbera pêkhateyan de bi xwe birêve bibe. Ev mînaka herî guncav ji bo çareseriya aloziya Sûriyeyê ye û divê li tevahî Sûriyeyê were rûnişkandin.”