Meclîsa Rûspiyên Girê Spî civîna ragihandina rêveberiya xweser bi daxuyaniyeke bi dawî kir û hat destnîşankirin ku Girê Spî bi jiyan û rêveberina hevbeş ji bo siberoja Sûriyeyê wê bibe mînakeke guncaw. Her wiha Meclîsa Rûspiyên Girê Spî dan xuyakirin ku çareseriya bi destê gelên Sûriyeyê wê pêk were û ew destwerdana derve ya di karê hundirîn de red dike.

Civîna ragihandina Meclîsa Rûspiyên Girê Spî pêr evarê bi daxuyaniyeke bi dawî bû, di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rêveberiya Xweser a Girê Spî bi serê xwe ne kantonek e, wê bi girêdayî Kantona Kobanê be. 


Hevserok û komîte kifş bûn

Meclîsê derbirî ku Girê Spî dixwaze bibe model û ronahiya fikreke demokratîk ji bo pêkanîna jiyanek  azad û got Girê Spî bajarekî Sûrîyeyê ye û bi perensîpên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bawer dike.

Meclîsa Rûspiyên Girê Spî di civîna ku bi armanca Îlankirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a bajarê Girê Spî bi beşdariya şandeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê ku ji Serokê Meclîsa Rêveber Xalit Berkel, Serokê Desteya Parastinê Ismet Şêx Hesen, Serokê Desteya Karê Derve Îbrahîm Kurdo, Serokê Desteya Karê Hundirîn Bozan Xelîl, Serokê Desteya karûbarên Malbatên Şehîdan Mihemed Xan û Hevserokên Meclîsa Tevgera Civaka Demokratîk a Kantona Kobanê Ayşe Efendî û Ehmed Şêxê pêk dihat,hate li darxistin de, Hevserokên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a bajêr hat diyarkirin. Mensûr Selûm û Leyla Mustefa weke Hevserok hatin hilbijartin û 9 komîteyên xebatê hatin diyarkirin.


28 endamên nû tevlî bûn

28 kes beşdarî Meclîsa Rûspiyên Bajarê Girê Spî bûn. Bi vî rengîê hejmara endamên meclîsê derket 113’an.

Di civîna ku bi armanca ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a bajarê Girê Spî ku têde nûnerên Rêveberiya Xweser a Kobanê, nûnerên TEV-DEM’ê, Meclîsa Biratiya Gelan û Aştiya Navxweyî ya bajarê Serêkaniyê, Buroya Têkilî û Rêxistinî ya YPG’ê, Navenda Çalakiyên Hevbeş a Burkan El-Firat, Siwar El-Reqqa amade bûn.

Di vê civînê de 28 kes tevlî Meclîsa Rûspiyên Bajarê Girê Spî bûn û wekî endam hatin pejirandin. Di vê civînê de navên van endaman hatin xwendin. 85 endamên berê yên meclîsê bawerî dan van 28’an. Bi vê yekê hejara endamên Meclîsa Rûspiyan gihişt 113’an.  


 ANHA/GIRÊ SPÎ




Biryarên ku hatin girtin



Di dawiya Civînê de Meclîsa Rûspiyan encam civînê bi daxuyaniyekê ragihand.

Daxuyaniyê de hat îfadekirin ku Meclîsa Girê Spî bi beşdariya piraniya endamên li hev civiya û bernameya karên xwe gotûbêj kir. 

1- Gelê Sûriyeyê di dawîanîna qirîza Sûriyê û vegerandina jiyanê li ser destê welatiyên Sûrîyeyê de bi israr e û destwerdana derve ya di karûbarên hundirîn de red dike.

2- Gelê Sûriyeyê bi nirx û rêgezên demokrasiyê û avakirina welatekî ku tê de cihê hemû pêkhateyan hebe, jiyaneke hevbeş û rûmet ji hemû welatiyên Sûrîyeyê re misoger bike û rêzgirtina ji rêgeza biratiya gelan re bigire, bawer dike.

3- Bajarê Girê Spî dixwaze bibe model û ronahiya vê fikra demokraîtk ku tê de jiyana azad, rûmet û wekhev di navbera hemû pêkhateyan de pêk tê û xwe ji fikra nîjadperest rizgar bike.

4- Girê Spî bajarekî Sûrîyeyê ye ku rêgezên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bawer dike û wê li ser vê bingeha ku mafê hemû pêkhateyan Ereb, Kurd, Ermen û Tirkmenan ê jiyana bi rûmet û wekhev di navbera hemû beşên civakê de misoger dike, kar bike.

5- Meclîsa Rûspiyan Sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û girêdana xwe ya îdarî bi Kobanê re qebûl dike û Girê Spî ne kantoneke ser bi xwe ye.

6- Meclîsa Rûspiyan li ser rêgezên Meclîsa Rêveberiya Xweser  hevserokên Meclîsê diyar kir û hêviya karkirinê li gorî pîvanên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji wan re xwest.

7- Meclîsê bi awayekî berfireh hejmarek mezin ji nûnerên gel bi beşdariya jinên ku dikarin awayekî aktîf  rola xwe ya pêşeng di jiyanê de bilîzin û dikarin bi hevkar di hemû aliyên jiyanê de, diyar kir. 


 ANHA/GIRÊ SPÎ




‘Destpêka Sûriyeya Demokratîk e’


Pêkhateyên bajarê Girê Spî, îlankirina Rêveberiya xweser a li bajêr gaveke dîrokî ya ber bi Sûriyeke demokratîk ve nirxandin û bang li hemû welatiyên herêmê kirin ku roleke aktîf di vê rêveberiyê de cîh bigrin.

Meclîsa Rûspiyên bajarê Girê Spî (Til Ebyed) pêr 21’ê Cotmehê di civîna xwe de bi awayekî fermî Rêveberiya Xweser a bajar ku girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê ye îlan kir.

Girêdayî mijarê welatiyên herêmê yên ji hemû pêkhateyan ji ANHA’yê re axivîn.

Welatiyên bi navê Corc Abû Lotiyan ê ji pêkhateyan Ermen destnîşan kir ku Îlankirina Rêveberiya Xweser li Girê Spî tecrûbeyek nû û demokrat e û ji bo hemû pêkhateyên herêmê guncaw e. Abû Lotiyan got ku ew di wê baweriyê de ye ku wê ev rêveberî xizmeta hemû pêkhateyên herêmê bike.

Corc Abû Lotiyan diyar kir ku pirojeya Rêveberiya  xweser projeyek serkeftî ye û berê li ser erdê li her sê Kantonan Efrîn, Kobanê û Cizîrê hatiye ceribandin.


Jin wê bi awayekî çalak cîh bigrin

Welatiya bi navê Xensaa Hac Îmam ku ji pêkhateya Ereb e Îlankirina Rêveberiya Xweser li hemû pêkhateyên herêmê û tekoşerên ku ji bo welatiyên herêmê bi rûmet û azad bijîn, canê xwe feda kirin, pîroz kir. Xensaa da zanîn ku jinan cihê xwe yê xwezayî di rêveberiyê de girt û wê rola xwe di rêveberiyê de rabe. Xensaa got ku jin pêşenga şoreşê ye û roleke mezin di şoreşê de lîstiye.


ŞÎLAN MIHEMED/ANHA/GIRÊ SPÎ