Çîçek di sala 1975’an de li mezraya Kavirkir a gundê Cînîbre yê navçeya Cizîrê ya Şirnexê hate dinê û keça eşîrekî koçer bû. Çîçek bi çîrokên şer ên di konan de ji aliyê kesên pîr ve dihatin gotin mezin bû.
Di zarokatiya xwe de rastî îşkeceyê hat
Çîçek, hêj di 11 saliya de de hate binçavkirin û rastî îşkenceyê hat. Çîçek, li ser îfadeyên îtîrafkar Mustafa Çîmen li gund ji aliyê leşkeran ve hate binçavkirin û rastî îşkenceyê hat. Çîçek, di temenê xwe yê biçûk de rastî şîdeta dewletê hat û pişt re jî di temê xwe yê biçûk de hate zewicandin. Çîçek, piştî îşkenceya giran di sala 1989’an de li Zozana Çeme Kare ya navçeya Berwariyê ya Sêrtê tevlî PKK’ê bû.
Bîrayê Çîçek Alî Çagirga ji DÎHA’yê re axivî û diyar kir ku xwîşka wî hêj zarok rastî îşkenceyê hate û wiha got: „Di sala 1987’an de Mustafa Çîmen li Zozana Çeme Kare teslîm bû û bû îtîrafkar. Piştî vê yekê leşkeran bi ser gund de girt û Çîçek binçavkirin. Ligel îşkenceya fizîk û psîkolojîk tiştek nagot. Ji ber temenê wê biçûk bû serbest hatin berdan.“
‘Ji Eşîra Kîçan jina yekem a PKK’î’
Çagirga, anî ziman ku Çîçek yekemîn jina ku ji Eşîra Kiçanê tevlî PKK’ê bû. Çagirga, da zanîn ku di wê demê de kurê xalîtka wan Piling tevlî PKK’ê bibû û pişt re jî Çîçek tevlî bû û wiha axivî: „Ji ber ku fikîr û aqilê Çîçekê her tim li ser partiyê bû. Di wê demê de li bajaran milîsên partiyê hebûn. Bi wan re hate cem hev û partî di nêz de nasî. Di wê demê de meş dihatin lidarxistin. Pîrozbahiyên Newrozê dihatin kirin û bi hezaran kes tevlî dibûn. Birayê min jî ji wan yek bû.“
‘Ez dixwazim ji bo welatê xwe şer bikim’
Çîçek bi temenê xwe yê biçûk hate zewicandin. Biraya Çîçekê ya tevlî PKK’ê dinavbera malbat û eşîrê de bû pirsgirêk. Çagirga, bilêv kir ku hinek endamên eşîrê hewildan ku Çîçekê ji biryara girtî vegêrin. Çîçek biryara xwe ya tevlîbûnê di civîna eşîrê ya li Zozana Çeme Kare aşker kir û biryara xwe wiha anîbû ziman: „Ez ji ber tu pirsgirêkan tevlî nebûm. Tenê armanceke min heye. Ez jî wekî kurd tevlî partiyê dibim û dixwazim ji bo welatê xwe şer bikim.“ Biryara Çîçekê ji aliyê xizmên wê ve bi çekpikan tê pişgirtin.
‘Zihneyeta 19 sal çibe îro jî heman tişt e’
Piştî Çîçek tevlî PKK’ê bû û 3 sal derbas bûn xweşîka wê Leyla Çagirga, hevser, zarok û neviyên wê jî di nav de 7 kes li Cizîrê bi guleya hewanê ya leşkeran jiyana xwe ji dest da. Birayê Çîçek, Alî Çagirga li hemberî dewletê îsyan kir û wiha axivî: „19 sal berê li navenda Cizîrê xwîşka min û malbatê wê ji aliyê dewletê ve hate qetilkirin. Îro jî dewletê perçeyek ji canê me Guhar girt. Ev yek zihniyeta dewletê nîşan dide. 19 sal berê zihniyeta dewletê çibe îro jî ew e.“ Bûyera Malbata Çagirga xemgîn kir ya din jî di sala 1998’an de dema endamên malbatê Kenan û Reşît diçûn Dîlokê di rê de di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dan bû.
‘Ger ku ev ne şer be çiye?’
Çagirga, pirsa „Ez ji kesên dibejin ‘li vî welatî şer tune ye’ re dibêjim ger ku kuştina Çîçek û hevalên wê ku tonan bombeyên kazanê hatin qetilkirin ne şer e çiye?“ pirsî. Çagirga, destnîşan kir ku kir ki Serokwezîr Tayyîp Erdogan ji bo dayika xwe hestirên çava dibarene û hestên xwe wiha anî ziman: „Çima em ji bo zarokên xwe yên di vî şerî de jiyana xwe dest dan hestirên çavan nabarînin. Dayikên van ciwanan digirî tu çima nabînî? Wicdana van tuneye ? 12 xwişk û biraye min hene. 2 bi bombeyên dewletê yek jêli leşkeriyê bi qezaya trafîkê jiyana xwe dest dan. Çi dibe bila bibe em soz didin şehîdên xwe ku heta dawiya dilopa xwîna xwe em dê têbikoşin. 7 law û yek keça min heye. Yek biçe ez ê yek din bişînim. Heta ev doz çareser bibe dê wisa berdewam bike. Çîçek şehîdê hemû gelê kurd e. Serê gelê kurd sax be. Em dixwazin edî rewşa aşitiyê dest pê bike. Em dixwazin edî kuştin bi dawî bibe. Dilê me şewitî bila dilê kes ne şewite. Dixwaza me ev ê.“
‘Edî dê keça min tenê mêvanên xewna min be’
Dayika Çîçek Fadîle Çagirga jî, dema behsa keça xwe dike çavên we dûr diçe û wiha axivî: „Dema keça min çû agahiya min jê çenebû.“ Fadîlê, Çagirga, da zanîn ku ew ligel keça xwe di sala 1989’an de çûn zozanê Çeme Garê û wiha pêde çû: „Li wir keça min ji min re got, ‘dayê ez ê biçim’ min jî got ‘tê biçe ku?. Wê jî got ‘ez ê biçim’ min dest bi girî kir. Keça min ji min re got, ‘Dayê min henek kir.’ Dema ez serê sibê rabûn, min dît ku Çîçek çûye û tevlî partiyê bûye. Dema min ev agahî girt min got ser xêrê be.“ Çagirga, diyar kir ku dema keça wê tev li PKK’ê bû wê her tim ew di xewna xwe de didît û wiha berdewam kir: „Dema min agahiya ku keça min şehîd ketiye girt, min got ji xwedê re şikur. Edî dê keça min bibe mêvanê xewna min.“
‘Oxir be’
Xuşka Çîçek Vesîle Çagirga jî, diyar kir ku dê ew in wek malbatê di rêya xuşka xwe de bimeşin. Vesîle Çagirga, anî ziman ku dema 23 sal berê Çîçek çû çiyê wan wek malbatê jêre gotin „Oxir be“ û wiha berdewam kir: „Me îro jî agahiya ku şehîd ket girt û em carak din dîsa jêre dibejin bi rûmet oxir be. Serê hemû gelê kurd sax be. Em edî şer naxazin aşitiyê dixazin. Em naxazin dayikên gerîla û leşker bigirîn. Emê bêriya Keça Çiyan ya Koçer Çîçek bikin.“
VEDAT YILDIZ / JİHAT AKÇA - DÎHA -ŞIRNEX