Piştî ku di 19’ê gulanê de çeteyên partiya faşîst a PDK’ê êrişî buroya DÎHA, KNK, PÇDK, Roja Walat û çend saziyên din kirin, dergehê buroya DÎHA ya Hewlêrê jî daxist û zircîr li deriyê buroyê xist. Her wiha alav û amûr tev desteser kir.

Di 19’ê Gulanê saet li dora 15.00’an de zêdetirî 60 çeteyên PDK’ê avêtin ser buroya ajansa DÎHA ya Hewlêrê û rojnamegerên ku li wir bûn, binçavkirin. Piştî 3 saetan hersê rojnamegerên bi navê Serdar Îsa, Mihemed Orhan û Wehbî Demîr serbest hatin berdan. Êrişa duyemîn jî derdora saet 18.00’an li dijî buroya DÎHA’yê pêk hat. Li gorî agahiyê hatine bidestxistin vê carê dergehê buroyê bi yekcarî ji aliyê hêzên PDK’ê û asayîşê ve hat zincîrkirin. Heta niha jî dergehê buroya zincîrkiriye, hemû amûr, kamera û kelûpelên ajansê hatin desteserkirin. Li gorî agahiyên hatine girtin ji rojnamegerên ku li buroya DÎHA ya li Hewlêrê dixebitin re hatiye gotin ku nabe bi tu awayî hûn tu daxuyaniyan di vê der barê de bidin. Her wiha hersê rojnamegeran jî ji buroyê hatine derxistin. Ligel buroya DÎHA’yê, dergehê buroya KNK, Roja Welat, PÇDK û Komeleya Ciwanên Welatparêz jî ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatine girtin.
Hat hînbûn ku Asayîşa PDK’ê gef li berpirsyarên saziyên Kurd ên girtine xwarine û ji wan re gotine; ‘alavên xwe kom bikin û ji vir biçin naxwe dê ji bo we rewş nebaş be.’
Li herêma federal a Başûrê Kurdistanê piştî ku serdegirtina pêşmergeyan PDK’ê yên ser saziyên Kurdan de niha jî ketin û derketina wargeha penaberan ya Mexmûr ji aliyê PDK’ê ve hatiye qedexe kirin.
Li gorî agahiyên dawî ketin û derketina Wargeha Ş. Rustem Cûdî (Mexmûr) jî ji aliyê PDK’ê ve hat qedexekirin. Her wiha PDK’ê piştî qedexekirina ketin û derketina mexmûriyan li Hewlêrê, derket holê ku bi birîna ava vexwarinê gef li şêniyên wargehê xwariye. 

HEWLÊR




Li dij PDK’ê nerazîbûn

Saziyên Kurd yên li Ewropyaê KNK, KCD-E û YEK-KOM’ê bi daxuyaniyan helwesta êrîşkar ya PDK’ê li hemberî saziyên Kurdan yên Başûr ku pêk hatine şermezar kirin û bang li PDK’ê kirin ku dest ji van êrîşan berde

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), Kongreya Civaka Kurd a Demokratîk li Ewropayê (KCD-E) û Federasyona Komeleyên Kurd li Almanyayê (YEK-KOM), serdegirtin û binçavkirinên PDK a Mesût Barzanî li Hewlêr, Zaxo û Duhokê kirin lanetkirin.
Partî Demokratî Kurdistan (PDK) a ku pêkhateyên hikûmetê, parlament û dadgeriya Başûrê Kurdistanê ji nedîtî ve hat û qanûnên xwe bicih anî, di 19’ê Gulanê de li Hewlêr, Duhok û Zaxo'yê, avêt ser nûnertî û buroyên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK), Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA), Rojnameya Roja Welat, Navneda Ciwanên Welatparêz, Rêxistina Jinên Azadîxwaz ên Kurdistanê (RJAK) û bi dehan kes kir binçavan. Heta nîvê şevê herî kêm 25 kes di binê çavan de bûn.

KNK: Ev êrîş siyasî ye  
Konseya Rêveber a KNK’ê ya navenda wê li Brukselê ye da xuyakirin ku li buroya wan a li Hewlêrê, xebatkarên wan ên bi navê Xebat Mûhammed Osman û Ferhad Doskî hatine binçavkirin û ji van Doskî hatine berdan. KNK’ê wiha got: “Yekane sedema vê êrîşê, siyasî ye.” KNK’ê diyar kir ku Rojhilata Navîn û Kurdistan di pêvajoyeke hesas re derbas dibin û wiha hat gotin: “Îro ji bo Kurdan, ji her demê zêdetir derfetên dîrokî afirîne. Derfetên yekitiya neteweyeyî ji her demê bêtir zêde ne. Lê belê êrîşên li dijî saziyên neteweyeyî, gaveke vegerê û xetere ye.”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êrîşa li dijî nûnertiya KNK’ê berovajî berjewendiyên neteweyî ye û ev hat gotin: “Ev yek bi tenê xizmet ji dijmin re dike. Em van êrîşên li dijî nûnertiya KNK’ê û saziyên din ên Kurdan, şermezar dikin. Bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku tavilê ji vê siyasetê vegere, endamê KNK'ê û siyasetmedarên din ên Kurd serbest berde.”

KCD-E: Helwesteke xeter e

Kongreya Civaka Kurd a Demokratîk li Ewropayê (KCD-E) jî diyar kir ku paralelî dijberiya destketiyên li Rojavayê Kurdistanê PDK giraniyê dide polîtîkayên zerarê didin yekitiya neteweyî û ev tişt ragihand: “PDK a ku ji ber pêknehatina xebatên Kongreya Neteweyî, pêkanînên xwe yên ambargo û kolandina xendekan ên li dijî rojavayê Kurdistanê û daxuyaniyên dijberiya şoreşa Rojava rastî rexneyên gelê Kurd û gelek derdoran hat, niha jî mora xwe avêtiye binê êrîşên nû.”
KCD-E da xuyakirin ku di vê demê de hînê êrîş û rîskên mezin li hemberî gelê Kurd hene, lewma ev serdegirtinên di vê demê de hatin kirin 'bêşens û xetere ne' û ev xal destnîşan kir: “Bi serhildanên li Sûriyeyê destpê kirin re, têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelên Kurdistan a li Rojava, di serî de çeteyên Îslamî yên radîkal, rastî êrîşên giran ên rejîma Sûriyeyê, hêzên herêmî yên weke Tirkiye û Îranê hat. Gelên Kurdistanê li dijî van êrîşan berxwedaneke destanî û lehengî nîşan dan, rêveberiya xwe ya xweser îlan kirin û her roj têkoşîneke xurtir a hebûnê dimeşînin. Ya ku gelê Kurd bi awayekî mafdar tu carî qebûl nake, polîtîkaya PDK’ê ya paralelî van hêzên êrîşkar ên li dijî Rojava dimeşîne ye.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “ Weke Kongreya Civaka Kurd a Demokratîk li Ewropayê, di serî de gelê Kurd û hêzên siyasî yên Kurd em bang li hemû hêzên demokratîk û aştîxwazan dikin ku li dijî van polîtîkayên êrîşkar ên PDK’ê helwestê nîşan bidin. Em van polîtîkayên PDK’ê yên nexêr, xetere, antîdemokratîk, antî-neteweyeyî û antî-aştîxwazî şermezar dikin û bang lê dikin ku tavilê dest ji vê helwesta xwe ya zerarê dide gelê Kurd berde.”

YEK-KOM: Mina operasyona ‘KCK’ê ye  

Federasyona Komeleyên Kurd li Almanyayê (YEK-KOM) jî bang li tevahiya komeleyên di bin sîwana xwe de kir ku vê polîtîkaya PDK'ê protesto bikin û nerazîbûna xwe bi şandina faksan bînin ziman.
YEK-KOM'ê serdegirtin şermezar kir û ev daxuyanî da: “Ev serdegirtin, operasyonên qirkirina siyasî yên dewleta Tirkiyeyê di bin navê 'Operasyonên KCK'ê de di sala 2009’an de pêk anî ji xwe re mînak digire û polîtîkayên AKP'ê dibin başûrê Kurdistanê. Weke YEK-KOM em van polîtîkayên PDK'ê bi tundî şermezar dikin û bang lê dikin ku ji van polîtîkayan vegere. Em dixwazin destnîşan bikin ku ev êrîş bi tenê bi kêrî dijminên gelê Kurd, xizmetî AKP'ê dike.”
Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Destekkirina polîtîkayên dewletên Kurd û Kurdistan talan kirine, dijminatiya Kurdan û parçekirina Kurdan e. Em li bendê ne ku PDK ne polîtîkayên TC'ê, polîtîkayeke ku xizmetî welatparêzî û yekitiya gelê Kurd a li çar parçeyên Kurdistanê dike, pêk bîne.”  

NAVENDA NÛÇEYAN




Ji xebatkarên çapemeniyê çalakî

Xebatkarên çapemeniya azad yên Bakur helwest û êrîşa PDK’ê ya li hember saziyan şermezar kir. Çapemeniya Azad a Kurd li ber AZC Plaza ya li Yenîşîra Amedê der barê êrîşa PDK’ê de daxwuyanî dan çapemeniyê û raya giştî. Siyasetmedarê Kurd ku 22 salan li sirguniyê jiya û çend roj berê vegeriya welat Parêzer Serhat Bucak, Hevseroka BDP’a Amedê Zubeyde Zumrut, ÎHD û gelek saziyên sivîl jî piştgirî dan daxwuyaniyê.
Di daxwuyaniyê de bal hat kişandin ser tevkarî û hevalbendiyê û wiha hat gotin: “Dibe ku tevkariya wan hebe û vê yekê ne li gor berjewendiyên gelê Kurd û bindest bin jî bimeşînin. Lê bila ev bê zanîn. Em wek çapemeniya azad heya îro di asta yekîtiya Kurd û neteweya demokratîk de li hemberî hemû komkujî û êrîşê li hember gelê Kurd rawestiyane û em ê her rawesitin. Em her dem li hember komkujiyên Şêx Seîd, Mehmûd Berzencî, Seyîd Riza, Agirî, Sason, Roboskî, Enfal, Helepçe, êrîşên li ser Başûr, zext û zordariyên li hemberî civakê, gotinên Serokwezîrên tirk yên biçûkxistinê li hember rêveberiya hikûmeta Başûr, êrîşên li hember şoreşa Rojava, darvekirinên Rojhilat, komkujiyên rejima Baas yên wek Sînemaya Amûdê û Qetlîama Qamişlo û komkujiya Hewlêr rawestiyan û em ê rawesitin jî. Em ê tu car li hember êrîşên li ser gelê Kurd û bindest bêdeng nemînin. Ji ber ku em li hemberî binpêkirin û zextên li ser nirxên civakê bêdeng neman em li Tirkiyeyê bûn hedefa hikûmet û dewletê. Televizyonên Kurdan ji ber ku qirêjiyan li ber çavan radixin li Ewropa tim bi girtinê re rû bi rû dimînin. Niha jî heman feraset û konsept li Hewler, Duhok û Zaxo li dijî sazî û dezgehên Kurdan tê meşandin. Operasyon tên li dar xistin û herî kêm nêzî 25 hevalên me û têkoşerên azadiya Kurdistanê hatine binçav kirin zincîr li deriyê dezgehên wan hatiye xistin. De ka bibêjin ji me re çi ferqa vê biryarê û biryara girtinên televizyonên Kurd yên li Ewropa, biryar û operasyonên li hember çapemeniya azad ya Bakûr, kuştina Apê Musa, Gurbetellî Ersoz heye.”
Hat bibîr xistin ku çapemeniya Kurd bi dirûşma "Tu car ji rastiyan tawîz nade" derketiye rê û bi van gotina daxwuyanî bi dawî bû.
Piştî daxwuyaniyê siyasetmedar Serhat Bucak û Zubeyde Zumrut jî axivîn û bertek nîşanî êrîşa PDK’ê dan.  




KCD: Divê PDK lêborînê bixwaze

KCD'ê bi daxuyaniyekê serdegirtinên Asayîşa PDK'ê yên li dijî sazî û rêxistinên Kurd şermezar kir û destnîşan kir ku divê PDK ji ber van serdegirtinan ji gelê Kurd lêborînê bixwaze. KCD'ê wiha got: “PDK ewçend ji aliyê siyasî ve kor bûye, ku nabîne ev yek zerarê dide wê bi xwe."
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi daxuyaniyeke nivîskî nerazîbûn nîşanî operasyonên  Asayîşa PDK'ê li Hewlêr, Zaxo û Duhokê li dijî nûneriyên KNK, PÇDK, DÎHA, Roja Welat, RJAK û Ciwanên Azad da û destnîşan kir ku ev serdegirtin û binçavkirin, operasyonên 'KCK' yên li Tirkiyeyê tîne bîra mirovan.
KCD'ê ragihand ku PDK ketiye nava korbûneke ewçend mezin a siyasî ku nikare bibîne ev hewldanên wan zerarê dide PDK'ê bi xwe. KCD’ê diyar kir ku di demeke ewçend girîngî bi yekitiya neteweyî ya Kurdan heye de, ev polîtîka û sekna PDK'ê, zerareke cidî dide pêşeroja demokratîk a Rojhliata Navîn û siberojên azad ên gelê Kurd.
KCD'ê bang li PDK'ê kir ku tavilê dest ji van polîtîkayên zerarê didin yekitiya neteweyî berde û wiha got: "Ji ber van polîtîkayên şaş, pêwîste PDK ji gelê Kurd lêborînê bixwaze û binçavkiriyan serbest berde. Em van polîtîka û pêkanînên PDK'ê yên derbê li têkoşîna azadî û demokrasiyê dide û xizmetê ji polîtîkayên emperyal re dikin şaş dibînin û şermezar dikin. Em bang li tevahiya gelê û saziyên Kurdistanê dikin ku yekitiya neteweyî xurt bikin û li dijî van polîtîkayên şaş ên PDK'ê helwestê nîşan bidin."  

‘PDK a noker wê hesab bide gelê me‘

Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Kurdistan bi daxuyanityekê nerazîbûn nîşanî PDK’ê da. Di daxuyaniya nivîskî ya ESP-Kurdistan de wiha hat gotin: "Ev êrîşa PDK'ê xeta ku nokerî hatiyê, nîşan dide. Ev rewşa ku siyaseta xendek hatiye asta êrîşkariya bi serdegirtin, binçavkirin û qedexekirinê, tê wê wateyê ku Barzanî nokeriya xwe bi polîtîkaya zextê ya faşîst mezin kiriye. Bi vî rengî Barzanî veguheriye aparateke noker a polîtîkayên emperyalîst û bûrjûvaziya tirk a mêtînger."
ESP-Kurdistan di daxuyaniya xwe de wiha got: "Çawa ku polîtîkaya birakujiyê duh têk çû, dê îro jî gelê me polîtîkayên paşverû yên nokeriyê pûç bike. Gelê me yê welatparêz dê vê dorpêçiyê belav bike. Divê PDK hemû binçavkiriyan serbest berde û ji gelê me lêborînê bixwaze. Divê tevahiya gelê me li dijî van polîtîkayên dijminane helwestê nîşan bide." 

AMED