Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya kantona Cizîrê û mamosteyên navçeya Til Hemîsê di civînekê de, sîstema perwerdeyê ya sala nû nîqaş kirin.

Civîn li navenda Çand û Hûner a navçeya Til Hemîsê, bi amadebûna bi dehan mamosteyên 5 xetên girêdayî navçeyê, Cîgira Hevserokatiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê, Semîra Mihemed El-Ezîz û Hevserokê Yekîtiya Mamosteyan a kantona Cizîrê, Goran Mûrad, hate lidarxistin.

Civînê bi rêzgirtinê destpê kir, Semîra EL-Ezîz mekanîzmeya erka mamosteyan û rêbazên materyalên nû, çawaniya çareserkirina pirsgirêkên xwendekaran, her wiha plansaziya sala nû vegot.

Di civînê de, Goran Mûrad axivî û diyar kir ku wan materyalên nû derbasî asta navîn kirine û anî ziman ku ew ê sala bû, derbasî asta amadehî jî bikin. Piştî axaftinan li ser çawayîna meşandina xebatên perwerdeyê li navçeyê, minaqeşe hatin kirin. 


ANHA / TIL HEMÎS