NAZIM DAŞTAN / MA/KOBANÊ

Tirkiye beriya niha bi teza “Herêmen Tampon” ket axa Sûriye, niha hewl dide di bin navê “Herêma Ewlehiyê” de parekê ji axa Sûriye bistîne. Lê rastiya li herêmê xuya dike, wisa dide nîşan ku Tirkiye wê li derveyî vê proyejê bê hiştin. Li vir Hêza Ereban ango Herêma di bin parastina  NY’ê de derdikeve pêş. Dîsa niqaşên ku meydana hewayî li balafiran qedexe bikin jî derdikevin pêş.

DYE di şerê li Sûriyê de bi gotina “Em vedikişin” li herêmê niqaşeke nû da destpêkirin. Hûrgiliyên hevsengiyên ku DYE dixwaze li herêmê ava bike, hîna ne diyar in. Her çend Tirkiye, gefan li Bakurê Sûriyê bixwe jî gotina DYE ku qala “Herêmên Ewlehiyê” dike, bal kişand ser aliyekî din. Tirkiye ya ku ji bo li dijî Minbicê operasyonê bike, rojekê li ber deriyê DYE û rojekê li ber deriyê Rûsya digere; hewl dide ji şerê çeteteyên Heyet Tahrir El Şam (HTŞ/El-Nusra) û Eniya Rizgariya Neteweyî (UKC) de li Idlibê kom bûye, wext bi dest bixe. Di vê mijarê de her çend hevdîtinên Rûsya, Îran û Tirkiyeyê bidomin jî HTŞ û rejîma Sûriyê li Başûrê Idlibê şer didome.

Misr qasidiyê dike

Di heman çarçoveyê de li Şam û Moskovê di navbera rejîmê û Hêzên Sûriyeyeya Demokratîk (MSD) de jî hevdîtin zêde bûn. Di hevdîtinan de li ser paşeroja Sûriye rewşa aborî, civakî û siyasî tê nîqaşkirin. Welaten Ereb têkiliya xwe ya bi Sûriyê re xurt dikin. Pişti Emîriyên Ereb ên Yekbûyî (BAE) û Bahreynê, niha Erebîstana Siûdî jî li Şamê sefaretxaneyan vedike. Niha jî diyaloga di navbera Bakurê Sûriye û Şamê de zêde dibe. Yek dewleta di navbera hêzan de qasidiyê dike jî Misr e.

400 kîlometre li dijî Tirkiyeyê

Piştî van bûyeran DYE ket nava hewldanên nû. Herêma ku navê wê tê nîqaşkirin hemû hêzên li herêmê elaqedar dike. Herema ku qala wê tê kirin û dixwazin bikin herêma “Ewlehiyê” ji Kantona Cizirê ya navbera Iraq û Sûriye wê dest pê bike û heta bi Kantona Kobanê dirêj bike. Dixwazin li nêzî 400 kilometre dirêjahiya sînor vê herêmê ava bikin. Dîsa dixwazin xeta di navbera Kurd û Ereban de jî qut bikin. Dixwazin li ser xeta navbera Dêrik, Rimêlan, Til Koçer, Girkê Legê, Tirbêspî, Qamişlo, Amûdê, Derbesiyê, Mebrûka, Til Temir, Serêkanîyê, Silûk, Girê Spî û Kobanê heremê avabikin.

Piştî şerê navxweyî yê Sûriyê dest pê kir, li vê herêm û erdnîgariyê Xweseriya Demokratîk hat îlankirin. Li ser vê herêmê niqaş tên meşandin. Hê jî DYE der barê naverokê de ti agahî parve nekirine. Lê Tirkiye bi daxuyaniyan dixwaze vê herêma navbirî ji wê re bê hiştin. Heger ev herêm ji Tirkiye re bê hiştin, hêza Tirkiye û QSD´ê wê bê hemberî hev. Siyaseta herêmê nêzî vê fikrê nabe. Hêzên cuda yên herêmê jî naxwazin ku ev herêm bikeve kontola Tirkiyeyê.

Bi şertê ku Tirkiye nebe

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî xwedî helwêstek zelal e. Rêveberiya Xweser bi şertê ku Hêza Ereb yan jî Neteweyên Yekbûyî (NY) li herêmê bi cih bibe, ew ê vê projeya herma ewlekariyê karibin qebûl bikin. Tê plankirin ku Erebîstana Siûdî, Misr, Emîriyên Ereb ên Yekbûyî (BAE) û Bahreyn li vê herêmê bi cih bibin.

Yek ji mijarên niqaşê jî ew bû ka meydana ezmanî ya li ser vê herêmê ji balafiran re bê qedexekirin yan na.