Doh dema dawiya redaksiyona me, dîmen û wêneyên destpêkê yên ji merasîma cenazeyê fermandarê giştî yê Meclîsa Eskerî ya Minbicê, Ednan Ebû Emced gihiştin ber destê me.
Karwanê oxirkirina cenazeyê Ednan Ebû Emced ji bajarê Kobanê ber bi warê wî Mibincê ve dida rê.
Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Hevserokê Komîteya Parastinê ya Rêveberiya Sivîl a Minbicê Ednan Ebû Emced, 29`ê Tebaxê di hemleya rizgarkirina Reqayê de, şehîd bûbû.
Kobanê dilsozê Ebû Emced e
Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Kobanê, Hevserokê Meclîsa Qanûnsaz a Minbicê Farûq Maşî, şervanên QSD, YPG û YPJ´ê, nûnerên TEV-DEM û saziyên civaka sivîl jî di navê de bi hezaran şêniyên Kobanê ji bo oxirkirina Fermandarê Meclîsa Eskerî ya Minbicê, Ednan Ebdulezîz Ehmed (Ednan Ebû Emced) li rêya daketina başûr a Kobanê kom bûn û bi karwanekî ji sedan erebeyan tevî cenazeyê têkoşer Ebû Emced, berê xwe dan bajarê Minbicê.
Beşdarên merasîmê bê navber diruşmeyên dilsoziya bi şervanan regotin.
Merasîma oxirkirina Ebû Emced û hevreyên wî dema nûçeya me dihat amadekirin, li goristana şehîdan a Minbicê, dest pê kiribû.
KOBANÊ/MINBIC