SELWA EBDULLREHMAN ANHA/ MINBIC
Bi boneya cejna Newrozê komên girêdayî Navenda Çand û Huner a Minbicê amadekariyên stran, dîlanên gelêrî û govendan dikin.
Bi nêzîkbûna 21`ê Adarê re koma girêdayî Navenda Çand û Huner a Minbicê amadekariyên Newrozê dike. Her wiha hemû pêkhateyên Minbicê ji Ereb, Tirkmen, Kurd û Çerkezan amadekariya xemilandina cihê şahiyê dikin.
Navenda Çand û Huner ji bo amadekariyên cejna Newrozê dixebite, koma dîlanê ya gelêrî xwe hazir dike, hunermend xwe ji gotina stranên naveroka wan vê boneyê rave dikin û staranên şoreşgerî ku nîşana çandên pêkhateyan in, amade dikin.
Kom jî ji ciwan û jinan pêk tên, her wiha hejmara komên ku dê beşdar bibin 4 komên sereke ne ku nûnertiya hemû pêkhateyên bajarê Minbicê dikin. Li gel ku koma govend û dîlanên taybet bi zarokan jî heye ku temenên wan di navbera 8 û 10 salî de ye. Beriya 2 mehan li Navenda Çand û Huner hefteyê du caran perwerde hebû, lê di meha dawîn de û bi nêzîkbûna cejnê re her roj perwerde dibin û her komek ji 8 kesan pêk tê.
Rêveberê Navenda Çand û Huner û endamê komîteya amedekar a Newrozê, Omer Mehmûd, ev roj li şêniyan pîroz kir û got, “Em amade ne ji cejna Newrozê re”. Di dawiyê de Mehmûd hêvî kir ku cejna Newrozê bi kêfxweşî derbas bibe, komên beşdar jî serketî bin.