Minbica ku ji alî çand û etnîsîteyê ve pirreng e piştî tecrubeya Rêveberiya Xweser bûye protîpa Sûriyeya Demokratîk. Hewla Tirkmen û Çerkesan mînaka vê yekê ye.

NAZIM DAŞTAN / MA / MINBIC

Tirkmen û Çerkesên li Minbicê, li gel karên xwe yên eskerî û siyasî, bi avakirina komeleyan çand û zimanê xwe jî diparêzin.

Minbic li Sûriyayê ciheke welê ye ku gelek çand, ziman û etnîsîte dihewîne. Minbic piştî şerê li Sûriyê, 2 salan di bin serweriya Artêşa Sûriye ya Azad de ma û piştre jî kete destê DAIŞ’ê û 2 salan jî hikmê DAIŞ’ê li bajêr serwer bû. Minbic, piştî operasyona leşkerî ya Meclîsa Leşkerî ya Mînbîcê di 15’ê Tebaxa 2016’an de ji DAIŞ’ê hat rizgarkirin. Tecrubeya Rêveberiya Xweser kir ku gelên li Minbicê bi awayeke serbest xwe îfade bike.

Gelek ciwanên xwe spartin axê

Li tevahiya Sûriyeyê, Tirkmen xwedî nifûsek girîng e û herî zêde li herêmên sînorê Tirkiyeyê dijîn. Li bajarên mîna Îdlîb, Efrîn, Ezaz, Cerablus, Girê Spî û Mînbîcê cih digirin, li dijî DAIŞ’ê û komên selefî şer kirin. Di parastina welat de Tirkmenan gelek ciwanên xwe spartin axê û li gelek ciha di rêveberiyên sîvîl ên Bakurê Sûriyeyê de cih digirin. Tirkmenan li Mînbîcê, Komeleya Tirkmenan vekirin û li komeleyê xebatên çandî û hunerî bi rêve dibin.

Xwediyê vê axê û vî bajarê hene

Gelê Tirkmen hin caran rastî gefên komên hevkarên Tirkiyeyê tên. Ji rêveberên Komeleya Tirkmenan Farîs Heyder, got ku berî çend mehan wan komeleya xwe ava kirin û wiha axivî: “Tirkmen, hem di parastinê de û hem jî di rêveberiyê bajêr de cih digirin. Em amadene li dijî hemû hêzên dagirker axa xwe biparêzin. Vî gelî hem li dijî DAIŞ û hem jî li dijî komên selefî berdêlên pir mezin dan. Em ji wan xelas bûn. Niha jî ev kom bi hevkariya Tirkiyeyê dixwazin me tune bikin. Xwediyê vê axê û vî bajarê hene. Bila Tirkiye qet nebêje ew li ser komên selefî û hêzên talanker Tirkmenan diparêzin. Tirkmen hene, îro li bajarê xwe ne û li gel gelê xwe cih digirin. Dema Mînbîc azad bû, mîna hemû gelên din, Tirkmen jî pir kêfxweş û kelecan bûn. Niha Tirkmen li Îdlîb, Efrîn, Cerablûs û Ezaz jî hene û ji azadiya wan jî em bangawî dikin.”

[gallery ids="125441,125440"]    

Bîra wan zindî ye

Yek ji gelên din ên reng didin Mînbîcê gelê Çerkes e. Gelê Çerkes li gel Mînbîcê, li gelek bajarên din ên Sûriyeyê hene. Çerkez di sala 1864’an de ji ser axa xwe Çerkesyan a Kafkasyeya Rûsyayê mecbûr mane koçî Sûriyeyê bikin. Komên selefî û DAIŞ’ê, berî dagirkirina welatê wan nifûsa wan pir zêde bûye. Piştî Mînbîç ji aliyê DAIŞ’ê ve hat dagirkirin, gelek ji wan koçî Ewrûpa, Rûsya û Tirkiyeyê kirin. Niha nêzî 200 malbat li bajêr dijîn û gelek ji van malbatan jî, ligel 153 sal bi ser koçberiya wan re derbas bûn jî, hîna jî Komkujiya Çerkes ji bîr nekirin û heçku  duh qewimiye tê bîra wan. Hema bêje hemû malbatan zimanê dayika xwe ji bîr kirine.

Çerxa pişavtinê

Yek ji damezrînerên Komeleya Çerkesan Neciye Qîtawî, diyar kir ku ew baş dizane Çerkezên li bajêr ji kû hatine û wiha peyivî: “Berî 150 salan em li ser axa xwe bûn. Çandeke me ya bi kok heye, lê ligel vê yekê jî di nava demê de me hin çandên xwe ji bîr kirin. Ji bo ku em bijîn, em neçar man ku ji çanda xwe hin tiştan ji bîr bikin. Di hin deman de me hewl da em çanda xwe bi awayekê veşartî bidin jiyîn. Lê me nekarî em xwe ji çerxa pişavtinê rizgar bikin.”

Li hemû gelan pîroz be 

Qîrtawî, dibêje ew cihê xwe di rêveberiya bajêr de digirin û wiha pê de diçe:”Roja ku bajêr azad bû jî me komeleya xwe vekir. Bi vî awayî em xwe bi rêxistin dikin, car din fêrî ziman, çand û jiyana xwe dibin. Bi taybetî em giraniyê didin ser fêrbûna zimanê xwe. Gelek derfetên me hene. Azadkirina Mînbîcê li hemû gelan pîroz be.”