Piştî ku bajarê Minbicê ji çeteyan hat rizgarkirin, Meclîsa Sivîl ket nava liv û tevgerê û lez da xebatên xwe yên xizmetguzariyê. Yek ji pêdiviyên herî girîng ên şêniyên bajar jî, ceyran e.
Derbarê rewşa ceyranê li bajar, Rêveberê îstasyonê Ehmed El-Ebdela, diyar kir ku Ceyrana Minbicê ji Bendava Tişrînê tê bajaroka Meskenê, tê îstasyona El-Hebûbe ya li herêma El-Xifise û ji wir jî digihêje Minbicê. Di dema ku çeteyan bajarê Minbicê daigir kirin, wan 3 bircên ceyranê yên (El-Muhteriq, El-Şibalî û Rais Eyn El-Hemir), xera kirin. Ev hemû jî li aliyê başûrê Minbicê ne.
50 kes dixebitin
El-Ebdella got ku komîteya xizmetguzariyê ya girêdayî Meclîsa Sivîl a Minbicê heta niha hin xetên ceyranê yên li bajarê sererast kirin û ev tişt gotin: “Heta niha îstasyon û xeta di navbera wê û Bendava Tişrînê de hatin sererastkirin û ew ji bo xebatê amade ne.”
El-Ebdella da zanîn ku di dema heyî de ceyran gihiştiye Zanîngeha Ittîhad, heta Oseclî ya li rojava, heta gundê El-Zenqel ya li bakur, heta gundê Toq El-Xelîl yê li başûrê û her wiha gihiştiye gelek herêmên din ên derdorê.
Niha di îstasyonê de 50 xebatkar dixebitin.
MINBIC