Komîteya Çand û Huner a bajarê Minbicê û gundewarên wê li Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê amadekariyên vekirina pêşengeheke pirtûkan dike. Her wiha çalakiyên çandî jî di dema pêşangehê de wê bi rê ve biçin.

Komîteya Amadekar a li bajarê Minbicê û gundewarên wê piştî yekemîn pêşengeha çandî ku ji gelek çalakiyên çandî pêk dihat, amadekariyên vekirina pêşengeha pirûkan dike.

Di vê çarçoveyê de komîteyê bang li welatiyan kir ku bi berhemên xwe yên çandî û hunerî, helbest, stran û şanoyê beşdarî çalakiyan bibin.

Li gorî endamên komînteyê, kesê bixwaze beşdarî çalakiyan bibe, dikare miracaetî buroya komîteyê ya li ser rêya Helebê- çerxereya Sebai Behrat bike. 


MINBIC