
Li gundê Vereruz ê Navçeya Wanl Miksê, yekem medreseya ku wêjevanê navdar ê ku eşq, evîn û hezkirina bi sewalan re bi zimanekî hunerî û lihevhatî li ser kaxizê rêz kiriye, lê ders taye, ji ber bê xwedîbûnê wêran dibe. Medrese û pirtûkên li medreseyê li ser hev dirizin û tine dibin. Her çend tirba Feqiyê Teyran wekî roja ewil xwe diparêze jî lê medreseya yekem ku lê ders dida û pirtûkên wî wêran dibin.
Hin pirtûkên ku Feqiyê Teyran bi wan ders dida şagirtên xwe, wer hatine hiştin û nayên parastin. Her çend hin pirtûk di camên fanusê de tên parastin jî di nava tozê de sal bi sal dirizin û winda dibin. Medreseya ku gelek dîwarên wê hilweşiyane, heger neyên nûkirin û restorekirin, dê bi temamî hilweşe û weran bibe.
Feqiyê Teyran bi berhemên xwe yên wekî Qewlê Hespê Reş, Şêxê Senan, Qiseya Bersiyayî, Ey Avê Av, Xana Dimdim, Bersîsê ‘Abid, Sîseban û Ay Dilberê herî zêde tê nasîn.
Feqiyê Teyran kî ye?
Feqîyê Teyran di dîroka wêjeya Kurdî de cihekî bêhempa digire. Wekî hemî helbesvanên berê, alimekî Îslamê ye. Li ser sala jidayikbûna wî, gelek lêkolînvanan behsa hin deman kirine. Lê gorî ew di helbestên xwe de diyar kiriye li gorî demsala hîcrî (koçî) 971’ê hatiye dinyayê. Ev jî li gora teqwîma mîladî (zayînî) 1563´an jî 1564 e. Feqîyê Teyran li Muksa ser bi Colemêrgê ji dayîk bûye. Lê Muks an jî Miks, nuha girêdayiyê Baxçesaraya Wanê ye. Navê Feqîyê Teyran yê rastî jî, weka di çarînê de gotîye Muhemmed e. Feqî di helbestek xwe de jî navlêka xwe “Mîr Mihê” danîye. Ew bi xwe ji malbateke eşîrî ye. Bavkalên wî ji dewleta Osmanîyan fermana mîrîtiyê girtine.
WAN