Mirazê Cemal: Heger ez biçim kî wê li vir bimîne? Rojname wê bisekine, kes wê nikaribe belav bike û kes wê li mezelê me xwedî dernekeve. Carnan diçime ser mezelan, avê direşînim ser wan.

 

Dawid Yeşîlmen

Ez dixwazim bi gotinekê dest pê bikim ku diviya li dawiyê bihata gotin. Mirazê Cemal di hevpeyvîna ku min pê re kirî de, derbarê jiyan û xebatên xwe de weke encam wî gotibû: “Min çawa xwest, ez wisa jiyam”. Weke mikurhatineke li pey temenekî dirêj î di nav feqîrî û êşa giran ya rewşa Kurdan, weşangerî û wêjeya Kurdî de, bi dengekî bi xwe bawer û kêfxweş ev hevok ji devê wî derketibû. Ez sekinîm û li vî dengî geriyam di bîra xwe de. Çawa ku Ciwanmerd Kulek jî beriya bi çend salan li ser romanûsên dewra Yekîtiya Sovyetê yên ji Rewanê gotibû: “Çawa jiyabûn wiha nivîsîbûn.” Ez jî dixwazim hevokekê li vê bextewariyê zêde bikim: “Herweha çawa nivîsîbûn wiha jî jiyabûn”.

Her gava ku ez li gel endamekî wêjeya Kurdî ya Sovyetê rûniştime, mijar bê sekn her wêje û nivîsandin e. Şerê wan ê min şahidî lê kirî jî her ji bo nivîsê ye. Nifşek bû ku ji hibrê hez dikir û ji hêza wê bawer dikir. Nivîsandin ji xwe re kiribûn meseleya jiyanê û hebûnê. Nifşek bû ku ji bo nivîsîna bi Kurdî şer kir, sirgûn bû û dîsa jî dev ji pîroziya kelam û hibrê berneda. Tevî jiyaneke di nav belengaziyê de jî. Bi dilnizmiya xwe û kesera li ser demên berê, li ser xwezayê, li ser evînî û welatê bav û kalan û Êzdiyatiyê nivîsîn û îro afirîneriyên wan her dergehên nû ne ji bo wêjehezên Kurd. Lê îro mixabin nûnerên wê dewrê her diçin kêm dibin. Beriya bi sê salan Wezîrê Eşo, pêrar helbestvan Elîxanê Memê û îsal jî Emerikê Serdar ji nav me bar kirin. Jixwe, ji serê salên 1990´î ve, bi têkçûna Yekîtiya Sovyetê re belavî çar aliyên dinyayê bûbûn. Îro li seranserê cihanê çend kes mane ku di nav wê hesta giran a nostaljiyê de her li ber xwe didin da ku qîmetê hibrê kêm nebe.

Weke xwendevan û lêkolînerekî wêjeya Kurdî ku di jiyana xwe de cara pêşîn derbasî Rewanê bûm û di hişê xwe de her li deng û wêneyên romanên Heciyê Cindî, Erebê Şemo, Wezîrê Eşo, Eskerê Boyik û geleke din ku li Rewanê û gundên deşta Elegezê derbas dibûn, digeriyam. Gava min li saziya Tourist Information ji xanimeke Ermenî pirsa cî û şopên wêjeya Kurdan kir, bersiva “ez tiştekî nizanim” da min, ez ji wê romantîzma kevin filitand. Ji her kevirî ve eyan bû ku Ermeniyan welatekî nû bi nasnameya neteweyî li ser pîroziyên dîroka xwe ya kevnare, şîna komkujiya Ermeniyan û Xristiyaniya Ortodoks ava dikir û helbet ciyê Kurdan û pirrdengiya berê di nav vê yekê de tinebû. Tenê ji bo xanima xebatkar, perestgeheke Êzîdiyan hebû li gundekî dûr û jixwe ji salan ve ye Êzîdî bi nasnameya xwe fermî Êzîdî ne, ne Kurd in.

Roj baş Kurdistan

Piştî gera yek du rojan ya di nav wan kuçe, kolan û muzeyan de jixwe ji ber ku berê çend dostan li min pêşniyaz kiribû jî, bi hesreta çend awazên Kurdî, naskirina bajêr û fêmkirina rewşa Kurdan a li Ermenistanê û helbet çayeke germ jî, min xwe li ber deriyê mamoste Mirazê Cemal dît. Li gel germî û zarşêrîniya wî, hîn di gava pêşîn de weke ku em hev ji salan ve nas dikin, ta bi derziyê ve dibû. Gotina pêşî ku ji devê wî derdikeve piştî hal pirsînê, ku dibêje em ê xwe niha nêzîkî Xwedê bikin e. Bi rastî jî her asansor bilind dibe û nasekine. Em derbasî qata 15´an ya di avahiya 16 qatî de dibin di kevnexaniyekî serdema Sovyetê de. Berî ku em rûnin, bi serbilindî paceyê nîşanî min dide ku ez li derve binêrim. Çiyayê Agirî ne ji dûr ve lê ji nav ewran ve silavê li me dike. Welatekî ku pîroziyeke wan a ewqasî mezin li ber çavên wan lê ne li ber destê wan bandoreke çawa li wan dike gelo? Di wêje, sînema û her cure hunerên Ermenistanê de her û her Ararat hebû. Bi dehan kafê, otel û restoranên bi navê Araratê, bi dehan cureyên xwarinên li marketan û vexwarinên weke av, şerav her bi vî navî derdikevine bazarê. Gelo ji bo Kurdekî li Rewanê çi wateya vî çiyayî hebû? Mirazê Cemal dibêje, ez her sibeh gava şiyar dibim li çiyê dinêrim û carekê dibêjim “Roj baş Kurdistan” û carinan jî sirûda Ey reqîb dibêjim û dest bi roja xwe dikim. Di dewamê de dibêje, “niha jî li wî çîyayî dengê bilûra Kurmancîyê, dengê kilamên bêrîvanan tê. Di alîyê dinê de bi şev û rojan, li wî çîyayî refên keç û xortên kurdên şervanên azadîyê hereket dikin. Çar aliyên wî çîyayî gund û şênlikên Kurdan e.” Mamoste bi dengekî nerm î helbestî dibêje û ez jî guhdar dikim û çiya li me, em jî li çiyê dinêrin.

Zangoya Odeyên Kurmanciyê

Em ji çiyayê Agiriyê berê xwe didine hundir û diçin, li ser dîwanekê dirûnin. Ez dibînim ku Kurdê pêşî hatî vir ne ez im. Ji min re gelek navan dihejmêrê ku li ser wî dîwanî razihane û bi rojan bûne mêvanê wî. Beriya bi çend hefteyan ji Amedê komeke lêkolîner/derhêner hatine û li ser jiyana wî belgefilmek amade kirine ku ew jî nizane bê çi çêkirine. Bi heyecan li bendê ye ku lê temaşe bike. Wê di Cotmehê de biçe Amedê ji bo galaya belgefilmê.

Hasil em li mamoste vegerin. Ew sala 1945´an li gundê Qundexsazê (niha Riya Teze) berê li herêma Elegezê ye, hatiye dinê. Di dibistana Emînê Evdal de heşt salan dixwîne. Çend salan li dibistana gundê Elegezê jî dixwîne lê sala dawîn diçe Gumriyê. Lê Zankoyê naxwîne. Bi gotina wî, Zankoya Odeyên Kurmancî dixwîne. Ji bo xweyîkirina xwişk û birayên xwe, mecbûr dimîne ku bixebite. Lê di ber karkirinê de, her şev şevbûhêrkên Kurmanciyê li ku bin, ew li wir e. Di şevên zivistanê yên dirêj de xwe digihîne rûspîyên zaneye çîrokbêj, ji oldaran qewl û beytan berhev dike. Dibêje, “Ez bawer im ku ti zankoyeke dewletê vê derbarê dîrok û çanda kurdî da awqas zanebûn nedana me, çiqas em wan odên Kurmancîyê da fêr bûn…” Ji min re dûr û dirêj behsa hebestvan û romanûsên berdilên xortaniya xwe dike. Di wê navberê de berê me diçe ser pirtûkxaneya wî û maseya wî ya xebatê. Navên Goethe, Shakespeare, Lord Byron dibêje, weke helbestvanên wî yên hezkirî yên ji Rojava. Helbet romanûsên klasîk yên Rûsan, weke Puşkîn, Tolstoy, Sholokhov, Gorkî, Mayakovskî. Li gel helbestvanên klasîk ên Kurdî, weke Ehmedê Xanî, Feqîyê Teyran, Melayê Cizîrî û Melayê Bateyî, helbestvanên rojhilatî yên weke Hafiz, Nîzamî Gêncewî, Elîşêr Newayî û Fîrdewsî ciyê xwe hem di dilê wî de hem jî di pirtûkxaneya wî de girtine.

Helbestvanê beriya çapê

Pirs tê ser sêwirandinên wî bi xwe. Mamoste bi şermokî dibêje, wî hinek helbest nivîsandine. Lê berî ku çap bibin, di nava gel de belav dibin helbestên wî. Dibine stran û govendan didin gerandin. Di pey re jî di gelek almanaxan de têne çapkirin. Di pey re helbestên wî di pirtûkên dibistanan û kovara Dostanî, rojnemeyên Rya Teze, Mêzopotamiya, û Zagrosê de û hinek kovar û rojnameyên din ên li Ermenistan û Moskovayê de çap dibin. Pirtûka wî ya yekemîn bi sernavê Keskesora Çiya di sala 2016´an de li Yêrêvanê ji aliyê Yekîtîya Nivîskarên Ermenistanê ve tê çapkirin. Piştî diyarîkirina pirtûkê ku ez jî çav lê digerênim lê hayil dibim ku jixwe helbestên wî jiyana wî didine kifşê. Ew evîna xwezayê, coş û peroşa zindîbûna xwezayê û kêfxweşiya wê jiyanê xwe li seranserê berhemê digire. Lê di dewama xwendinê de, êşa bêwelatiyê, bêtifaqiya Kurdan û hesreta Kurdistanê car caran cih ji wê keskesora xwezayê digirin. Rastiyeke xwe qet venaşêre jî zimanê zelal û bi hêvî weke kaniyên li deşta Elegezê ye. Herweha mizgîniyê dide min ku çend pirtûkên wî ye din jî amade ne û di demeke nêz de ji alîyê Yekîtîya Nivîskarên Ermenîstanê ve wê bêne çapkirin. Herweha rastkirin, tîpguhêzî, edîtorî û wergerandina gelek gotar û berheman jî kiriye. Niha jî bi gotina wî “xebatkar û cabdarê rojnema Kurdî ya Rya Teze” ye. Herweha endamê PEN a Kurd û Yekîtîya Nivîskarên Ermenîstanê ye. Em jê hîn dibin ku sê berhemên ku amade kirine wê di demeke nêz de li Amedê, ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve bêne çapkirin. Yek pirtûka nivîskarê Kurd, serokê radyoya Yêrêvanê ya ciwakîyî berê ya beşa Kurdî, rehmetîyê Ahmedê Gogê ye ya bi sernavê Dengê Kal û Bavê me û yeke din jî pirtûka helbestvanê Kurd, rehmetîyê Elîxanê Memê ye. Ew herdu pirtûk ji tîpên Kîrîlî veguhestiye tîpên Latînî. Yek jî bi sernavê Werger e. Ew pirtûk jî ya helbest û nivîsên ku ji zimanê Ermenî wergerandîye Kurdî ye. Armanca wergerandina vê berhemê jî wiha şîrove dike: “Armanca min evbû ku xwendevanên Kurd nasiya xwe bidin berhemên wêjeya Ermenîya ye îroyîn. Gerekê bê gotinê, salên sovêtiyê da bi destî wergervanên Kurd bi dehan berhemên helbestvan û nivîskarên Ermenî hatine wergerandin û xwendevanên Kurd vê yekê baş zanin. Lê piştî ruxandina Yekîtiya Sovêtiyê, bawer bikî pirtûka mine bi nave Werger a yekemîn e ku wê bê weşandin. Pirtûkê da cîh girtine efrandinên nivîskar û helbestvanên Ermenîyayî rojên me ye îroyîne navdar, kîjanê ji bo xwendevanên Kurd vê gelek hewaskar be.”

Wê dewam bike.

 
 

Rya Teze û Mirazê Cemal

   

Rojnameya Rya Teze ku ji sala 1930´yî ve, her weke sembola wêjeya Kurdî ya Ermenistanê tê dîtin jî li ser milê Mirazê Cemal û Tîtalê Kerem e. Tîtalê Kerem redaktorê sereke yê rojnameyê ye. Rojname mehê carekê derdikeve. Mirazê Cemal jî karê xwe wiha destnîşan dike, “Ji rêzkirina ser kompûtorê bigirî hetanî amedekirina nivîsên serbixwe, nûçe, wêje, dîrok, çand, lêkolîn, bûyarên cîh û wêne, belavkirina rojnemê li gundên Kurda û tiştên di, kîjana ez pêk tînim. Ez cabdarê rojnemê me.” Di nav gelek zehmetiyan de ji 20 salan ve ye bê navber kedeke mezin didiyê. Rojnameya bi tîrajeke gelekî kêm (500 nusxe) û bi alîkariyê li ser piya dimîne, ji bo Mirazê Cemal weke sembola hebûna Kurda ye li Ermenistanê. Û wê weke neynika gelê Kurd pênase dike. Ji ber ku ji wê rojê ve ku Kurd li wî bajarî li gel hev civiyane, ev rojname her dertê. Herweha destnîşan dike ku lêkolînerên weke Torinê Ahmed Torinî, Eskerê Boyîk û Ezîzê Cewo hertim bi wan re ne û alîkariya wan dikin ji bo nivîsandina di rojnameyê de. Ez jê dipirsim bê çima ew jî dernakeve ji Ermenistanê û naçe welatekî Ewrûpayê, cem zarokên xwe. Bi dilekî keser dibersivîne: “Heger ez biçim kî wê li vir bimîne? Rojname wê bisekine, kes wê nikaribe belav bike û kes wê li mezelê me xwedî dernekeve. Carnan diçime ser mezelan, avê direşînim ser wan.” Di gera me ye piştî çend rojan ya gundê Sîpanê de, gava me mezelên Fêrikê Ûsiv û Heciyê Cindî ziyaret kir, behsa fikrê xwe yê anîna mezelê Erebê Şemo ber bi vî gundî ve jî dike lê hîna encamek jê negirtiye. Em pê dihesin ku kesekî romanûsê Kurd, Erebê Şemo nemaye. Qîzeke wî ya bi navê Zînê jî, ji salekê zêdetir e naxwiye û bersiva anîna mezel nade. Mitala silametiya wê dike. Mamoste Mirazê Cemal ku Rewanê her weke warê xwe dibîne, dibêje, “ez li Ermenîstanê hatime dinîyayê. Min jîyana xwe da xerîbî hiz nekirîye. Wek çawa gelê me dibêje, ‘Şam Şekir e, Welat Şîrîntir e’ û him jî Ermenîstan nêzîkî Kurdistanê ye. Ez sibê zû çawa radibim, pencerêra çîyayên welatê xwe dibînim. Tişt nabe hinekî feqîryê da bim. Bila periyê mirov nîvcîh be, lê namûsa mirov cîh be.”