Mîrê Bilûrê Egîdê Cimo di salvegera yekê a wefata xwe de li paytexta Ermenistanê Erîvanê hate bibîranÎn. Egîdê Cimo ku di 87 saliya xwe de 31'ê Kanûna 2019'an li paytexta Ermenistan Erîvanê rehmet kiribû.

Bibîranîn li ofîsa Kaneker a Kurdistan Komîteyê pêk hat. Ji malbata Egîdê Cimo Sorîk Avdiyan, her wiha Hevserokê Yekîtiya Kurd a Ermenistanê û Parlamenterê Kurd ê Ermenistanê Kiyans Hasanov, Hevserokê Kurdistan Komîte Silo Dirboyan, endamên Kurdistan Komîte, Jenîka Qadir Mîla Kalaşyan, Şêx Tahir Broyan, Dr. Zorbe Îboyan, Silavîk Kalaşyan û hunermend Tîtal Mahmûdyan, Celo Mahmûdyan, Fêris Mîrzoyan, Eşo Nadoyan û Fêrîk Hamoyan jî tevlî civîna bibîranînê bûn.

Beşdar li ser kesayetî, jiyan û hunera Mîrê Bilûrê Egîdê Cimo axivîn.

Qisekeran keda Egîdê Cimo ya ji bo muzîka Kurdî bi bîr xist û bal bire ser girîngiya parastin û dewamkirina mîrateya wî.

Hunermend Tîtal Mahmûdyan û Celo Mahmûdyan jî bi hunera xwe ya meyê tevlî bîranînê bûn. Egîdê Cima beriya wefat bike çend caran çûbû Amedê û li wir jî hem qedrê wê hatibû girtin û hem jî wîkarî li bajarê paytexta dilan li bilûra xwe bide.

 

ÊRÎVAN