Mirin…Di qamûsa her zimanî de ji hezarên peyvan peyvek e mirin!
Heft hezar ziman hebin li ser rûyê gerdûna gewrik, heft hezar peyvên ku mirinê weke mirinê bi nav dikin dê hebin!
Û li gorî ku tê gotin ji çend rojan rojekê weke zarokên Somalî`yî ku ji nexweşiyê û nêza dimirin, zimanek jî dimire.
De bila bimre! Bi mirina wî zimanî re peyva naxoş, peyva çort `mirin` jî, ma namire?
Bi rastî, mirin dimre?
An ew me dikuje û em lê dinerin? Wisa wêl wêl, wilo bi tirseke bê mane?
Kê bi mirinê kariye?
Girgaméşé ku bi pey ketiye,an Enkîdu’yé ku ne kariye pişta Girgamiş li erdé bixe?
Ew, her ew me dikuje û em jî heq neheq, bi kuştina hemdurvé xwe alîkarî û berevaniya wê dikin!
Ew me dikuje, ew me dikujin, û em ji berê xwe didin kuştina xwe xwe !
Kuştin çendî hêsan e?
Xasma li vê erdnigariyê, li welatén ku niha di qijîna vé havîné de bihara miriné dijîn û li ser axa ku ez j îli seré,welaté Kurdan?
Dêya mîn a ku neh mehan ez di betnê xwe de hilgirtibûm, û şev û rojên xwe xistibûn ser hev; her ku waqînî bi min diket, ji xewa şîrîn hildiçeniya, radibû dergûşa min dihejand û di ber re dikir `piiisss….piiissss` û dinehwirand…Lé ku min zarokî xew lé diherimand, pîştî ku bi ser pêyan ketim û min dest bi mizawiriyê kir, ev nifir di min werkir:
—Wey bimmmirr!
Weke gelek caran, di sala 92wê de jî min mirin nas kir.
Li wê navçeya ku serê mêran hatibû pîvazekê, her roj; carinan siharî yek évarî yek, xortek, mirovek gêr dibû erdê!
ên li dû mayî, mîna ku dê ew `mirina ji nişkê û ji xafil` de dê neyê pêşiya wan, piştî axîn û nalîn û fatiheyê, rehma rehman bi ser yê mirî werdikirin:
—Rehma Xweda lê be!
Xedayé bi rehm, evdén ku hev nedihatin rehmé?!
Ji `rehma Xweda`; di navbera çar salan de mezelên wê navçeyê mezin bûn, mezin bûn, mezin bûn…
Û hinekén ku bîra mirina xwe nedibirin, bi mirina hinekan `serbilind` dibûn!
Li gorî wan én ku dimirin, kelemek bûn li piyé hinekan, hinek stirî bûn, hinek `zîwan` bûn di nava `dexlê `jiyanê de.Ji vê baweriyê ew `hinek` bi desté hinekan diviyabû bêne neqandin ji nava dexlê!
Bo çi?
Bo ku `dexl` pik î paqij be!
Mirové ku mirov di çavan de wekî dexlé bixuyé, ji mafé wî ye ku rahije das û tirpané, bikeve ber beré jiyané û bi navé Allahé li pey, berî her kuştiné, ‘Allahû ekber’bibéje û paşé bikuje!
Xwîna mirov, ké li Xweda helal kiriye?
Ayetan, an mirovan?
MIRIN