
Dema ku 16´ê Adara 1988´an piştî bombekirina bajarê Helebce ji aliyê helîkopter û balefirên Iraqê ve hat bombekirin bîhna sêvan li kuçeyan belav bû, navê nû yê mirineke komî jî peyde dibû. Jehra kîmyewî bi hezaran ji xelkê bajêr dan ber xwe, nefes li wan çikand, çav, difn û laşê wan şewitand. Lê, tevî ku qiyamet rabû jî, dê weledê xwe neavêt: Wêne û dîmenên dayik, bav û kalên xwe kirî mertal ji zarok û neviyên xwe re di heman demê de bûn abîdeyên vê qirkirinê di bîr û kewarên hafizeya me de.
Bîhna sêvan, zarokên mîna di xewê de li kolanan dirêj kirî, xelkê ku xwe bi hewar gihandî romorkên traktor, pîkap û kamyonetan û wisa, weke ku dem tevizî be, dewran hew bigere li wir bist bûyî, bûn sembolên sereke yên qirkirinê û nîşanên sereke trawmaya zarokên porgijolî ji wê qirê filitî. Û ne bi tenê ji bo wan ji bo tevahiya miletê Kurd Enfal û nexasim jî Helebce veguherîn trawmayeke civakî û komî ku îro jî bi ‘Hewar’a Seydayê Tîrêj ya li ser Helepce aş û aram nabe.
Pênc hezar can û gelek pênc hezar
Em li hejmaran û daneyên zuwa vegerin: Bêhtirî 5 hezar mirovî, wê kêliyê û bi derbekê jiyana xwe ji dest da, bi hezarên din di encamê de piştê bi meh yan jî çend salan jiyan xwe ji dest da. Bêhtirî deh hezar mirovî birîndar bûn û gelek ji wan hîna jî ji birînên xwe rehet nebûne. Bi ser vê de jî piştî bi 28 salan ax û erda bajêr jî bi jehrî ketiye, li tevahiya Rojhilata Navîn cihê ku herî zêde zarok ji ber jinan diçin, herî zêde nexweşiya pênceşêrê nexasim jî ya rûvî û ciger lê dide der ev erd in.
Çiqasî rijî û hişk diyar jî bin ev dane behsa kûriya birîna li Helebce dayî der in.
Di salvegera 25´an a qirkirina li Helebce de li Parlemana Federala a Elman rûniştineke taybet pêk hat. Di vê rûniştinê de qisekeran li ser navê komên xwe xemgînî û dilêşa xwe a ji ber êrişa bi gazên kîmyewî îfade kir, û hinan ji wan jî behsa alîkariya bi mexdûran re kir; hingê bi tenê Partiya Çep (Die Linke) di axaftina xwe de xwest Enfal û Helebce weke qirkirina li dijî miletê Kurd bi awayekî fermî werin nas kirin.
Tişta balkêş di rûniştina 14´ê Adara 2013´an de ew bû ku hema hema tevahiya qisekeran li ser li hev kiribû ku bibêjin, lê ti berpirsiyarî û gunehê meqam û hikûmetên federal di vê bûyerê de nîne. Heta li ser navê partiya qaşo sosyal-demokrat SPD, parlemanter Uta Zapf sûnd di ber hikûmeta hingê de dixwar ku di vê meseleyê de ti berpirsiyariya wê nîne.
Mandelkirina bi israr elameta çi ye?
Mesele Enfal e, mesele bi gazên kîmyewî qirkirina Kurdan e, hûn çima li xwe diqewimînin? Dema ku mirov hema bi serê awiran jî li belge û agahiyên elaqedarî qirkirina Helebce binihêre, mirov lê serwext dibe çima: Cara ewil, hikûmeta federal a Elman sala 1984´an di biwara bernameya hilberîna sîlehên kîmyewî ya Iraqê de agahdar dibe, lê weke ku hîç haya wê jê nebe tevgeriya. Encama vê jî bû ew ku ji sedî 90´ê made û teknolojiya ji bo hilberîna jehra kîmyewî ji Elmanyayê hatin kirrîn.
Ha ji ber vê yekê “hevberpirsiyariya Elmanyayê” bi israr tê redkirin ji aliyê siyasetvanên Elman ve.
Dîroka firotina mirina bi bîhna sêvan
Ew jehra bi bîhna sêvan a ku hîna reş li erdê bi ser Helebce de hat barandin “gaza-sinîr VX” e. Ne teknolojiya Iraqê hebû vê gazê hilberîne, ne jî maddeyîn pêwîst di destê wê de hebûn. Ango kujerê Kurdan, Saddam Huseyn neçar bû hem teknolojiyê û hem jî van maddeyan bikire. Saddam beriya wê jî xwestibû bi teknolojiya ji Franseyê bikire hem reaktorên atomê ava bike û hem jî paşê bi vê teknolojiyê bombeya atomê hilberîne. Saddam bi mulaqatekê sala 1975´an li vê mikur dihat dema ji rojnameyeke lubnanî re dipeyvî. Bi her halî Îsraîlê beriya ev reaktor bixebitin sala 1981´ê ew bi erdê re kirin yek.
Saddam ji bo ku di şerê li Îranê de bi kar bîne, hewl da sîlehên biyolojîk jî hilberîne. Bi qasî ku ji lêkolînên senatoya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) yên sala 2002´yan diyar dibe, rêveberiyên DYE yên Ronald Reagen (heta 1990´î) û George Bush (sala 1990´î) alîkarî kirine bi Iraqê re ji bo vê yekê. Li vir peyva “teknolojiya” hatiye firotin dikare “dual” were bikaranîn, bahane ye. Dual ango bi du rengan: sivîl û eskerî.
Êdî bi belge Elmanya hosteyê mirinê ye
Bi herhalî heta beriya bi çend salan bi tenê raporên rojnamevanî û îdîayên bi kîm belge hebûn ji bo ku mirov zanibe ka kê çiqasî bi destê dîktatoriya Baasê girt da ku çekên kîmyewî hilberîne. Dema pêrar meha Kanûnê Iraqê lîsteya kirryariyên xwe yên eskerî dan Desteya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY)êdî dinya alem pê hisiya ku ji Elmanyayê 80 şirket tevlî vê karî bûne û di nava van de MBB, Daimer-Benz, Preussag, MAN, Degussa, Hochtief, Siemens, Gildemeister jî hene. Yên ku xwe ji vê bazarê nehiştî li DYE´yê 24 şirket bûn, di nava wan de Hewlett Packard, Honeywell, Rockwell, Bechtel, Unisys jî hebûn. Fransayê jî bi deh şirketan xwe tevlî vê bazara mirinê kiribû ku di nava wan de Aerospatiale, Matra Espace û şirketa Elma-Fransî Euromissile jî hebû.
Ji bo milyarek dolar
Helbet bazareke bi milyarek dolarên (ên hinge) ku her û her daxwaza Iraqê ya kirrîna sîlehan di şerê Iran û Iraqê de potensiyela mezinbûna wê derdixist hole, dikir ku şirket û welat ha ha reqabetê bikin. Herçî sîlehên hişk ên ji bo şerekî bejahî bûn, ji Sovyetan dihatin peydekirin, balefirên Iraqê bi pirranî ji Franseyê dihatin kirrîn. Elmanya û DYE gelekî di bin wan re ne di meseleya firotina sîlehên şerî yên weke tank û topan de.
Mirov ji xwe dipirse, lê naxwe çima evqas şirketên wan hene di bazara bi Saddam Huseyîn re? Bersiv dema mirov bi hûrgiliyên meseleyê jî ilam dibe, xwe bi xwe li xwe mikur tê: Di wan eşya , teknolojî û maddeyan de ku weke “metayên dual” tên bi navkirin, lîder Elmanya ye û li pişt wê jî DYE tê. Bi vê teknolojiyê û bi van maddeyan, Iraqê îndustiriya sîlehan ava kir ku wê ji bo welatiyên wê û cîranên, pê re jî ji bo tevahiya mirovahiyê bibûye tehlûkeyeke mezin.
Iraqê di şerê li dijî Îranê de gelek caran sîlehên kîmyewî bi kar anîn û Desteya Ewlekariyê 21´ê Adara 1986´an bi biryarekê Iraq şermezar kir û xwest bikaranîna van sîlehên li dijî hiqûqa navneteweyî êdî hew bi kar bîne.
Bazarê serê xwe bi komkujiyan neêşand
Lê vê biryarê ne tesîr kir li Iraq a Saddam Huseyîn û ne jî li şirketên pê re kar dikir ku pirraniya wan û nexasim jî yên sereke ji Elmanyayê bûn. Haya Komara Elman a Federal ji vê hebû, çawa ku me li jor behsa wê kir û ti tişa nekir, ne ji bo derxistina qanûnên kontrolkirina şirketan, ne jî ji bo astengkirina şirketên bi Saddam Huseyîn re kar dikin. Li ser pirseke rojnamevanekî, serokwezîrê Elmanyayê yê hingê, Helmut Kohl wê bigota: “Ji bo me ya girîng ew agahî ne ku dikarin li pêşberî dadgehê werin bikaranîn. Helbet agahî li ber destê me hebûn, lê min nikarîbû wan li pêşberî dadgehê bi kar bînim. Ne mafê min, ê hikûmeta min e ku em welatiyan, saziyan û şirketan gunehbar bikin, heke ji bo vê delîl nebin.”
Tevî delîlan jî bê helwest ma
Ya rastî delîl û agahî heben li ser wê yekê ku teknolojî û maddeyên qaşo ji bo avakirina fabrîkeyên zivil hatine firotin, ji bo avakirina fabrîkeyên jehra kîmyewî hatine bikaranîn. Tevî vê jî hikûmetê serê xwe ji van agahyan neêşandibû. Ne kontrolkirina şirketan dijwar kiribû û ne jî lê fikirîbû ku bi bingeh û guhertineke qanûnî tevahiya bazarên bi vê rengî qedexe bike. Agahiya li jor me behsa wê kir a sala 1984´an jî ya CIA´yê bû ku hikûmeta federal a Elman agahdarkiribû ji wê yekê ku Iraq fabrîkeyeke sîlehên kîmyewî dixebitîne, ev fabrîke ji aliyê Elmanan û bi teknolojiya Elmanan hatiye avakirin.
Jixwe îro êdî em pê dizanin ku ji destpêka salên 1980´yî ve Elman li Iraqê mirinê ava dikin, hosteyê mirinê li Iraqê bi navê fabrîkeyên hilberîna sivîl, fabrîkeyên hilberîna dermanan, fabrîke avakirin li Samara: Hosteya sereke jî şirketa Elman Water Engineering Trading WET (li Hamburgê) bû, şirketeke ku piştî karê xwe qedand hat fesixkirin. Herçî maddeyên firotanê didan vê şirketê jî hemû Elman bûn. Agahiyên CIA´yê Çileyê 1984´an, nûçeyeke New York Times Adara 1984´an dinya alem û hikûmeta Elman ji vê yekê agahdar kiribû. Lê dema ku pirsiyareke parlemanî ji hikûmetê hat kir, Nîsana 1984´an ji hikûmetê Wezîrê Dewletê Norbert Gansel (CDU) got, fabrîke û beşên wê yên ku şirketa Kolb / Pilot Plant firotî nikare ji bo hilberîna gazên sinîr were bikaranîn.
Zû pêhisiyan, lê xwe kerr kirin
Ev halê hikûmeta Elman, eşkere nîşan dide ku wan bi gunehê xwe dizanî, lê hem xwestin şirketên xwe biparêzin û hem jî bazara xwe bi Iraqê re dewam bikin. Lewma li ser pirseke piştî bi çar salan, Kanûna 1988´an ango 9 mehan piştî êrişa li dijî Helebce, li ser navê hikûmetê Wezîrê Aboriyê, Martin Bangemann (FDP) wê bigota; “Ti agahiya me nîne der barê wê yekê de ku şirketên Elman tevlî şerê bi gazên kîmyewî bûbin.”
Ev tatêl û, hizr û fikra li Dora Bazare tigere ya hikûmeta Elan, xwe ji berpirsiyariyê bi israr Dur dinier, xwe nade ber. Lê heman hikûmetê sala Sibata 1991´ê wezîrê Kare Hundir ê Elman Hans-Dietrich Genscher şand Îsraîlê û di berîka wî de jî çekeke buhayê wê 250 milyon markî hebû. Ev pere weke “alîkariya insanî” (di rastiyê de tezmînat) hatin terîfkirin: Iraqê roket avêtibûn Îsraîlê û ev roket heke teknolojiya Elman nebûya, wê negihiştana Îsraîlê.
Elmanya xwe nade ber berpirsiyariya xwe, hem jî bi israr, lewma tesîrên Enfalê, çekên kîmyewî îro jî dewam dike. Tevî ku Iraqê ev curim weke qirkirinê qebûl kir jî, berpirsiyarê di rêza diduyan de, ev yek qebûl nekir. Beriya bi sê salan jî qebûl nekir. Ji ber ku ew qenc bi gunehê xwe dizane, heke qebûl bike, ditirse ku berdêla wê bide. Hesabê wê hê jî ev e.
LUQMAN GULDIVÊ