Lîstika Şanoyê ya bi navê “Mirin û Keçik” li Navenda Çandê ya Bêrîvan ji şanohezan re hat nîşandan.

Li Wanê bi piştevaniya Şaredariya Rêya Armûşê, Şanoya Mencelê lîstika şanoyê ya bi navê “Mirin û Keçik” nîşan da. Parlamentera HDP’ê Muazzez Orhan, Hevşaredara Rêya Armûşê Ozlem Tucî bi dehan kesên din li performansa Şanoya Mencelê temaşe kir û jê razî bû.

Ariel Dorfman metna vê şanoyê nivîsiye, Cemîl Oguz ew wergerandiye Kurdî.

JINNEWS/WAN