Herî dawî Adbdulmecîtê Arslan kuştin... Li girtigehê... Bi şiklekî koritî, keritî, bi rêbaziyeke şert û mercên nexweşî pêydakirinê, piştre mêzenekirina tendurustiyê, duvre dermannekirinê, ango bi tevahî, bi rengekî razandina mirinê ve kuştin. Ev şêwaz ne tenê şêwaza Tirkan, Ereban, an jî ne tenê yê Farisan e. Li hemû dunyayê, pergaleke ji pergalên kuştin ên desthilatdariyan e. Li hemû dunyayê desthilatdarî, bi her awayî dikuje.
Ji ber ku kuştin, ne bi tenê çekan e. Ji bo dewletên “tecrûbedar”, şêwaza kuştinê gelek gelek e. Di destên pergala desthilatdariyê de, li her warê dunyayê, şêwe bi şêwe, cure bi cure, cins bi cins, rê bi rê kuştin hene.
Li hemû dunyayê desthilatdarî, bi her awayî dikuje. Ji ber ku kuştin, ne bi tenê kesan e. Kom bi kom, pol bi pol, bi malbatan, bi rêxistinan, bi eşîr û bi hevalan, yên ku ji desthilatdarî nerazîbûna xwe nişan didin, li çavê wan, reng û netewa wan nanêrin. Çi hêz û çi ceribandin pêydakirine ji bo kuştinê, hem ali ser wan diceribînin. . Bi vî planê ve kuştina girtiyan, demeke dirêj e taybet li Tirkiyê gihîştiye asteke pisporiyê. Tirkiye, ji Berxwedaniya Zindana Amedê bigirin heya niha, li girtigehan ji bo kuştina dîlan, car carina serî lê dide hin şêweyên quretiyê. Ji bo vê yekê carin abi zanebûn şert û mercên girtîgehan giran dike, dîlên li girtîgehê jî neçar dest bi girevên birçitiyê dikin, desthilatdarên Tirk jî ji bo mirin an jî nexweş ketina girtiyan ev yek wek firsendek dibîne. Hin car bir keritiyê nêz dibe, hin car operasyona kuştinan pêk tîne û bi şiklekî di encamê operasyonan de mirina girtiyan pêk tîne.
Li hemû dunyayê desthilatdarî, bi her awayî dikuje. Kuştin jî ne bi tenê netewek e. Ji ber ku, desthilatdarî xwe bi xwe netewek e, bi vî hawî tevdigere, kuştina girtiyan jî ji netewê dûr pêk tîne. Li hemû dunyayê desthilatdarî, bi her awayî dikuje. Kuştin ne ji bo tenê Kurdan e. Kî ku ji bo mafan têdikoşe, kî kul i dijberî desthilatdariyê stuyê xwe xwar nake, kî ku lavayî ji desthilatdaran nake, bi mêranî, bi kesayetî ser pî disekine û rasterast ser rastiyê diçe, nagirî û wek xulam ber destê wan xwe biçûk nake, ango di deme nûjenê de wekî şêwazeke berxwedêrên Kurdan tevdigere, li gorî desthilatdariyê ew bang ji mirinê dike.
Li hemû dunyayê desthilatdarî, bi her awayî dikuje. Kuştin ne tenê li girtîgehan, ango li hundir e. Na xêr, gava ku teslîm bûn nebe, mirin li her derê ye.
Li hemû dunyayê desthilatdarî, bi her awayî dikuje. Kuştin ne ji bo însanan e. Bi vî hawî, kuştin kuştina însanetiyê bixwe ye.
Li hemû dunyayê desthilatdarî, bi her awayî dikuje. Kuştin ne tenê kuştin e. Ev şêwe, êdî dema xwe diqedîne. Kuştina bi vî hawî, êdî berxwedaniya herî mezin diafirîne, zayîna azadiya însanetiyê, di nav vê berxwedaniyê de şîn dibe.