Bernameya pêşbirka behremendiya hunerî ya li Dewletên Yekbûyî ya Emerîkayê (DYE) “America’s Got Talent” a di kanala televizyonê NBC de showeke sosret, 5 deqîqeyan dik û ekran bi xwe ve mijûl kirin.

Pêncşema bihurî mirîşkeke navê “Jokgu” lê kirî sezona nû ya bernameyê vekir: bi lêxistin a piyanoyê û bi ser dejî melodiyeke “welatperwer” (ji bo DYE´yê) û têra xwe serketî! 

Di destpêkê de diviyabû mirîşk hinekî bête teşwîqkirin, lê çawa wê dest bi lêxistina melodiya “America the Beautiful / Emerîkaya bedew” kir, temaşekeran û jûriyê bi çepik û tilîliyên xwe serketîbûna mirîşkê piştrast kir. Ji endamên juriyê  Simon Cowell got, “ev yek ji tiştên herî sosret û zehmet e mirov jê bawer bike ya di jiyana min de bû”. Heger hûn meraq dikin em bibêjin, her çar endamên juriyê mirîşka bi navê Jokgu derbasî dewra duyem kir. 


 LOS ANGELES