Skîtî weke miletekî koçer ên siwarê hespan ê sedsala 8-7 beriya mîladê di ji bakurê Derya Reş heta bi çemê Dinisterê diman, tên nasîn. Herçî Yewnanî û Romayî bûn, wan navê hemû miletên koçer ên siwarê hespan bi vî rengî hildida. Di sedsalên 4-3 beriya mîladê de Sermetiyên ku hem çandî û hem zimanî (ziman û çandên Aryen) nêzî wan û konfederasyoneke eşîran bûn, hukmê xwe li ser wan danîn û ew asîmîle kirin. Lê belê koçberbûna wan li ber ê nebûye asteng ku ev milet berhemên hunerî yên bipêşketî hilberîne û li pey xwe bihêle. Ev plaka beriya bi 2300 salan hatiye çêkirin û zêrîn e. Têde ya hatî nîşandan, miriyek e, li cemê xwedewendeke skîtiyan heye û dara jiyanî. Helbet dema mirov behsa Skîtan bike, nabe ku mirov hespan jî ji bîr bike. 


 NAVENDA NÛÇEYAN