Hejmara mirovên li tevahiya dinyayê bi vîrûsa korona ketin û baş bûn, gihîşte 92 hezar kesî. Baş e mirovên ku bi vîrûsê dikevin kengî fêhm dikin ku baş bûne?

Zanîngeha Johns Hopkîns a li DYE’yê yek ji saziyên sereke ye ku li tevahiya cîhanê di mijara nexweşên vîrûsa koronayê de muxateb tê dîtin. Zanîngehê ragihand ku hejmara nexweşên şewbê gihîştiye 307 hezar kesî û 13 hezar ji wan jiyana xwe ji dest dan û 92 hezar ji wan jî tenduristiya wan baş bû.

Baş e, pêvajoya başbûna tenduristiya mirovên bi vîrûsê ketine çawa ye? Pisporan hîn bi temamî bersiva vê pirsê nedane. Mînak; Enstîtuya Robert Koch a ku li Elmanyayê muxateb tê dîtin, dibêje, pêvajoya başbûnê, bi dema çavdêriya ji 10 rojan a piştî tespîtkirina nexweşiyê dikare diyar bibe. Li gorî enstîtuyê, divê canê nexweşan 48 saetan nesincire û di nava 24 saetan de jî nîşaneyeke cuda ya nexweşiyê nebe.

Li gorî Serokê Enstîtuya Robert Koch Lothar Wîeler, kesên ku ji vîrûsê rizgar bûne, careke din vîrûsa bi navê Covîd-19 bi wan nakeve. Wîeler destnîşan kir ku piştî nexweşketina ji ber vîrûsê pergala parastinê ya mirovan xurtir dibe û got, “Hûn dikarin jiyana xwe piştre bêşik û fikar bidomînin, ji ber ku pergala we ya parastina beden li dijî vê vîrûsê êdî dikare we biparêze.”

 

ANF/BERLÎN