Rojava, nûnertiya bêalîtiyê, mafê mirovan û demokrasî dike. Li hemberî her cure azadî, maf û hişmendiyê dergehên xwe vekirine. Lê li hemberî maf û daxwazên gelê kurd guhên xwe û dergehên xwe girtine. Lal jî bûye.
Hemberî ku di salên 1789’an Şoreşa Fransa û di salên 1917’an de, kesên mîna Marx dergehên hişmendiya girtî şikandin jî, di şerên navbera salên 1914’an û 1938’an de, cîhan car din hate dîlgirtin.
Faşîzma Nasyonal piştî salên 1922’yan serdestiya xwe li cîhanê îlan kir. Ev destpêka kuştina mirovahiyê ye. Yanî bi hêzbûna netewe-dewletan e. 
Netewe-dewlet kelihên faşîzmê ne. Îro jî ew kelih têne parastin. Globalîzm, sêyemîn parvekirina bazara cîhanê û parastina statuko ye.
Navê duyemîn yê globalîzmê qirkirina gelê kurd e. 
Di van rojên ku dengê dilojarê ji xaka Kurdistanê bilind dibe de; Rojava di nava mijûlahiya temam kirina seferberiya xaçparêzî de ye.
Her kes navê Bihara Ereban li pêvajoyê dike. Ev navekî şaş e û xapandina gelan e. Ev pêvajoya “şerê xaçparêzî”ya ku Bush daye destpêkirin e û di vê pêvajoyê de, dewleta tirk jî, gelê kurd qir dike.
Dewleta tirk, bi desteka hêzên global a li dijî Hereketa Azadiya Kurd, şerekî dewletî dimeşîne. Ji aliyekî ve hêzên bejahî, bi tang û top û çekên giran operasyonan li dar dixe. Ji aliyê din ve bi dehan balafirên şer û helikopterên şer, xaka Kurdistanê, deşt û çiya, newalan bombardiman dikin. Di van bombardimanan de her cure çekan jî bi kar tîne.
Di encamê de, cografya Kurdistanê tê kuştin, gelê kurd tê qirkirin. Cîhan jî, di cîhana berjewendiyan de ker û lal bûye, bi çavên mekanîkî qirkirina kurdan temaşe dike. Ciwanên kurdan, avaniyên medya, avaniyên partiyên siyasî, sazî û dezgehên têkildarî mafên mirovan dagir dikin û dixwazin ku, balê bikişînin ser qirkirina li Kurdistanê. Lê, ji bilî nostaljiya li dijî qirkirin û kujeriya faşîzan tiştek dernakevê meydanê. 
Haveynê netewe-dewletê faşîzm e û berhemê vê faşîzmê jî Fetullah Gulen, Tayyip Erdogan, Abdullah Gul û Cemaeta Gulen e. Ji aliyek ve Fetullah Gulen, ku di bin navê Xweda, pêxember û niyazên di hişmendiya reşbînî de fetwayên qirkirina kurdan dide; ji aliyê din ve îxaneta di nava kurdan de dijwar û kûr dikin. Fetullah Gulenê ku dibêje, tirkan xizmet ji misilmantiyê re kiriye, berê esheab kuştin, niha jî di şerê xaçparêziyê de gelên misilman qir dike.
Duh car din, 24 cenazeyên parçekirî, ji gelî, newal û çiyayên Kurdistanê kom kirin û birin Meletiyê. Ev cenazeyê kê didin bila bibin, qirkirin e û sûcê mirovahiyê ye. Dozger mikur hatiye ku ev kes bêçek bûn û hatine kuştin.
Em bêjin mirovahiyê îflas kiriye; em bêjin hiqûqê gerdûnî hatiye kuştin; em bêjin peymana mafên mirovan tune bûye; em bêjin NY rêbaz û nirxên xwe jibîr kirine; em çi bêjin gelo?
Ev sedsala kuştina van nirxên ku me li jor hejmartin e, û kuştin jî di şexsê kurdan de ketiye meriyetê. Ev jî şermezariya mirovahiyê ye. Ji ber ku li ber çavê cîhanê teva 40 milyon kurd, li ser xaka kurd, di rengekî hovane de û bi kiryarên sûcê mirovahiyê tê qirkirin.
Qirkirina kurdan a îro, ji demjiyana neolîtîk û vir ve, qirkirina herî hovane ye. Tu kes nikare behsa zanistê, ideolojî, bawerî, dilsozî, nirx û pîroziyan bike. Di şexsê kurdan de derkete holê ku, maf, hiqûq, nirx, pîrozî, bawerî, ol, Xweda, pêxember, pirtûk tev di çarçoveya berjewendiyan de dikarin tevbigerin. Ev nirx, di rekiha serdestan de dîl hatine girtin û kes nikare kilîda wê bişikîne.
30 sal in, gelê kurd tê qirkirin û bi deh hezaran kurd hatine kuştin. Hê jî, entelektuelên Rojava (çend ciwamêrên weke Chomskî ne di nav de) nostaljiya li ser kurdan nedane dest pê kirin. Gelo wê vê nostaljiyê, piştî qirkirin temam bibe bikin?
Kurdên ku xwe ji xweliya xwe afirand û giha qonaxa îro, hîna bi şertên xwe yên giran û derfetên xwe yên lewaz û misrî, bi cengaweriya destanî ya ciwanên kurd, xwe diparêze.