Li navçeya Şirnexê Cizîrê di avahiya ku di jêrzemîna wê de beriya niha jî 9 kes bi saxî hatibûn şewitandin, doh danê sibê bêhtirî 30 cenazeyên din rakirin nexweşxaneyê, cenaze bi temamî şewitîne û dewleta Tirk jî di nava wan hewldanan de ye ku ser vê komkujiyê bi derewan bigire.
Li navçeya Şirnexê Cizîrê bi rojane der barê bi dehan sivîlên bi rojan di jêrzemîna avahiyekê de asê mayî, agahî nedihat girtin. Lê belê ambulans îro ji bo 60 kesên li Taxa Cûdî birîndar asê mayî hat şandin. Li gorî şahidê bûyerê heta niha bêhtirî 30 cenazeyî bi ambulansan hatine rakirin. Her wiha tê gotin ji ber ambulans kêm in, cenaze di tûran de li ser hev hatine danîn.
Hevserokê giştî yê DBP’ê Kamuran Yuksek jî li Mêrdînê di civînek çapemeniyê de nûçeya rakirina cenazeyên 30 kesan ji 60 kesên di jêrzemînê de asêmayî, piştrast kir.
Perdeya derewan li ser komkujiyê
Hêzên dewleta Tirk ji bo komkujî û xwînxwariya xwe ya li jêrzemînên 2 avahiyan veşêrin, hewldanên xwe didomînin. Ji bo ku asta komkujiyê û hovîtiya dewleta Tirk neyê fêmkirin, telefonên xebatkarên ambulansên şaredariyê hatin girtin, hêzên dewletê dem bi dem derdorê ji xwe û me re gulebaran dikin û hewl didin wisa nîşan bidin ku şer heye.
Têkîliyên xebatkarên Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê bi derve re hate birîn, telefonên xebatkarên ambulansên Şaredariya Cizîrê jî hatin desteserkirin. Lingekî din ê vê mîzansenê jî ew e ku çapemeniya Tirk bi nûçeyên derew pişta gunehê şer ê dewleta Tirk digire.
Dewletê ji serê ve komkujî plan kir
Herçî malbat in bi xwe dibêjin, dewlet ji serî ve plankirî zarokên me qetilkirin. Li ser daxuyaniya wezîrê tenduristiyê yê Tirk Mehmet Muezzinoglu, ya weke "ti doya alîkariyê nehat navenda hewarê ya 112´ê" belge nîşan didin ku malbatên birîndarên bi navê Ferhat Bakal, Hasan Ayaz, Felek Çağdavul, Yasemin Çikmaz, Serdar Ozbek, Çimen Tankan, Fidan Dadak û Servet Çorek bi dehan caran telefonî navenda hewarê ya 112´ê kirine. Malbatan da zanîn ku dewlet li şûna derfetan biafirîne ji bo ku birîndar bigihêjin nexweşxaneyan û werin dermankirin, her tişt kir ji bo ku wan qetil bike.
ŞIRNEX
‘Bila dewlet ji me bitirse’
Piştî eşkerebûna komkujiyê, malbatên mirovên di jêrzemîna wehşetê de serê xwe ji dewletê re netewandin û gotin: Bila dewlet ji me bitirse!
Malbatên mirovên li jêrzemîna wehşetê, beriya komkujiyê bi çend saetan daxuyanî dan ANF'ê. Malbatan hêrsa xwe li dijî hikûmet û Tayyîp Erdogan nîşan da û got, "Eger tiştek bi serê zarokên me bê, zerar wê li her kesî bibe."
Melîha Aktaş: Ez dayika Rohat Aktaş im. Ev 14 roj in ji bo çûyîna Cizîrê em di rê de ne. Qatê jêrzemînê bi ser zarokên me de rûxandine. Em nizanin ne sax in, ne mirî ne. Em naxwazin zarokên me li wê jêrzemînê bimirin. Eger tiştek bi wan bê kirin, ev yek wê li gel hatibe kirin. … Bi kuştinê hûn nikarin vî gelî biqedînin.
Xanim Yavûzel: Ez dayika Mehmet Yavûzel im. Ji bo sekinandina wehşeta AKP'ê em li vir in, ji bo sekinandina van zaliman em li vir in. Bi van nêzîkatiyên xwe yên zalimane hûn dikarin çi ji me bigirin? Eger kuştin be, bi kuştinê re hûn nikarin me biqedînin. … Em bi mirinê zêde dibin. Bila dewlet êdî ji dayikên Kurd bitirse!"