Kesên bi navê Yakarî Feyer (28), Tobîas Meîer (20) û Cedrîc Muller (20) jî ji bo ditîna berxwedana bêhampa û piştevaniya ve jî Swedê derketin û hatin ser sînor. Welatiyê Swedê Yakarî Feyer derheqê hatina xwe de axivî got ku agahiyên wan ji têkoşîna gelê Kurd a ji bo mafên xwe yên xwezayî dişopînin û polîtika qirej ên ku li ser gelê Kurd tên meşandin dibînin.Feyer diyar kir ku ew dizanin gelê Kurd bê çawa kirine çar parçe û ji hev qut kirine û wiha got: “Baweriya me bi gelê Kurd û bi têkoşîna wan heye ku dê rojekê bi ser bikevin. Em dizanin bê kî di têkoşîna xwe de mafdar e û kî jî neheq e. Nêzî mehekê hatime vir. Min li vir di nav Kurdan de mirovatî dît. Min li vir parvekirin û piştevanî dît. Mêvantî dît. ”
Welatiyê Swedî yê bi navê Tobîas Meîeryê ku ev du roj in hatiye ser sînor aliye Pirsûsê diyar kir ku dema ku welatiyên Kurd û dostên wan ji Swedê çalakiyên li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li dar xistin bi rewşa Kobanê hisiyaye û ji bo dîtina berxwedana jî berê daye Kobanê. Meîer da zanîn ku dema vegeriya Swedê jî dê çavderiyên xwe û rewşa li ser sînor ji wan re ragihîne û wan jî agahdar bike.
Cedrîc Muller jî bilêv kir ku armanca hatina wan a sereke ji bo tespîitkirina pêdiviyan e û piştî vegeriyan jî dê li Swedê ji bo çareserkirina wan de kar û xebatên xwe bimeşînin. Muller dest nîşan kir ku gelek dost û havalên wan ê der dora wan li benda alikarî dayîna Kobanê ne û di heman demê de li benda çavderiyên wan in jî. Muller got ku heval û dostên wan ji bo vê yekê ev şandina û hêviya wan in ku dest bi kar û xebatên xwe yê nalîkariyê bikin.
Welatiyên Swedî yên ku ji ajansê me re axivîn piştre bi hev re dirûşma “Bijî berxwedana YPG û YPJ’ê” berz kirin û piştgiriya xwe nişan dan.
DÎHA/RIHA