Her dem û serdem li gorî xwe hinek bîr û baweriyan, hinek felsefe û îdeolojiyan derdixe pêş. Di destpêkê de baweriyên ayînî û mîtolojî li pêş in. Piştre hêdî hêdî baweriyên olî rengekî felsefeyî werdigirin. Di destpêkê de xweda û yezdan di dirûvê mirovan de ne, piştre yezdan ji ber çavan winda bûye, pêxemberan nûnertî û peyamhinêriya wan kiriye. Pêxemberên vê serdemê bi piranî kesên fîlozof in, wan xwestiye der barê pêkhatina gerdûnê û wateya hebûnê de agahiyên têrtijî peyda bikin. Ji Zerdeşt pêxember bigire, heta Konfîçyûs pêxemberên vê demê kesên zana û têgihîştî ne. Ew li wateya jiyanê digerin, dixwazin tîşkên ronahiyê bixin ser tarî û zulmetê.
Niha Tayîp Erdogan êrîşî ola Zerdeştî dike, lê Zerdeşt yekemîn pêxemberê xwedan pirtûk e û xwediyê felsefeyeke kûr e. Dema ku misilmanan welatê Medan fetih kir, wan Zerdeştî wek xwedî kitêb dîtine û rûmeta ehlê kitêbê nîşanî wan dane. Pêxemberê îslamê Muhemmd silavê Xweda li ser bin, di hedîseke xwe de der barê Zerdeştiyan de wiha ferman kiriye: “Gelî eshabiyên min, bila têkiliya we li hemberî zerdeştiyan têkiliya ehlê kitêb be!„ Îmamê Omer li gorî vê hedîsê li hemberî zerdeştiyan tevgeraye.
Li ser rûyê cîhanê bi tenê bîr û baweriyên ku qenciya mirovahiyê dixwazin geş nebûne, hin bîr û baweriyên din jî li ser rûyê cîhanê geşe dane. Ew cure bîr û bawerî jiyanê wekî şerekî dibînin û mirovan wekî qels û xurt ji hev cuda dikin û kuştina kesên qels wekî qanûneke xwezayî bi nav dikin. Ev cure bîr û bawerî carinan xwe dispêrin teoriya seleksiyona suriştî, carinan pişta xwe didin fikr û ramanên pozîtîvîst. Carinan li ser navê bîr û baweriyekê bi hezaran kesî qir dikin, carinan jî li ser navê qewmekî. Li gorî kesên li ser vê bîr û baweriyê “Heke ku dixwazî bijî divê tu bikujî.” Ew dibêjin, “Bibe gur da ku gur te nexwin!”
Niha AKP û hevalbendên wê bi bandora desthilatiya ku bi salan li ser serê wan hatiye meşandin, ketine bi bandora vê bîr û baweriyê. Ew jî niha li ser her kesî şerekî tund dimeşînin da ku careke din nekevin bindestan, desthilatiya xwe biparêzin. Jixwe desthilatî tiştekî wiha ye; bi destxistin şerekî demdemî dixwaze, lê parastin şerekî domdar dixwaze. AKP û hevalbendên wê her çiqas ala ola îslamê ji xwe re bikin rûpûş jî ala di destê wan de ala domandina serdestî, zordestî û desthilatiyê ye. Niha rayedarên AKP’ê bi bîr û baweriya “bibe gur da ku gur te nexwin” tevdigerin. Ji ber vê bîr û baweriyê tu dijber û rikeberan li pêşberî xwe naxwazin, bi hêsanî dikarin xwîna rikeberên xwe birijînin.
Helwesta wan a li hemberî grevên birçîbûnê ku gihîştiye roja 48’an vê yekê nîşan dide. Ji bo rayedarên AKP’ê jiyana mirovan ne girîng e, lewre ew mirinê wekî çekeke li dijî desthilatiya xwe dibînin. Li gorî baweriya wan heke ew di vî warî de gavekê bi paş de bavêjin, lê li hemberî dijberên xwe têk biçin.
Lê di demokrasiyê û bîr û baweriyên mirovperwer de tiştekî wiha nîn e. Bîr û baweriyên mirovperwer jiyana mirovan, azadî û bextewariya wan di ser her tiştî re digirin. Erk û raye ne ji bo çewisandin û tepisandina mirovan in, ji bo bextewariya mirovan in. Li welatên demokratîk hikûmet, bi gavên demokratîk ên ji bo azadî û bextewariya mirovan xurt dibin. Heke rayedarên AKP’ê hinekî ji felsefeya mirovahiyê, ji ola îslamê tiştek fêm bikira dê nehişta ku di vê cejna qurbanê de mirov bibin qurbanî. Lewre heke xweda teala bixwesta ku mirov bibin qurbanî dê destûr bida ku Hz. îbrahîm kurê xwe Îsmaîl bike qurban. Heke pêwîst bike divê mirov karibe desthilatiya xwe jî bike qurbanî û nehêle ku mirov bibin qurbanî. Bi hêviya ku rayedarên AKP’ê vê rastiyê bibînin ez cejna qurbanê li we pîroz dikim.
Mirovperwerî, desthilatî û qurbanî