Çetoyê Zêdo got, wan bi awayekî kolektîf ev lîstik amade kiriye, ji ber lîstikên zarokan pir hindik in, rexneyên xwe jî îfade kirin û xwest li her bajarê Kurdan herî kêm 10 lîstikên zarokan hebin.

Lîstika “Mîrzayê Biçûk” a ji aliyê Şa Performansê ve hat amadekirin, piştî promiyera li Stenbolê, li Batmanê derket pêşberî şanohezan. Ev jî wê bibe destpêka turneya wê ya li Bakurê Kurdistanê. Lîstikvanên wê Dilşah Ceylan, Deno Ozer û Tuncay Ozel in. Lîstik li Batmanê li Yenîsahne ya Batmanê derket pêşberî temaşevanan û du rojan bênavber bû mêvanê Batmaniyan. Gelek şanohezan û nexasim jî zarokan li lîstikê temaşe kir. Şanohezan da zanîn ku wan lîstik gelekî ecibandiye û serketî hatiye amadekirin. Lîstik piştî pêşandana li Batmanê, berê xwe dide Amedê jî û wê li Şanoya Bajêr a Amedê û piştre jî li Mêrdînê bê pêşandan.

Mezinan rexne dike 

Çetoyê Zêdo yê ku adaptasyona lîstikê kir, diyar kir ku lîstika “Mîrzeyê Biçûk” cara ewil e bi Kurmancî li “Bakurê Kurdistanê” bi awayekî girseyî tê amadekirin û lîstikek e ku peyamên civakî dide. Zêdo got, her çiqas ji bo zarokan ev lîstîk tê zanîn jî lê di heman demê divê mezin jî lê temaşe bikin û lîstik rexneyê li “mezinan” dike. Zêdo anî ziman ku piştî lehî radibe û Mîrzayê Biçûk gula xwe winda dike, wê demê bi qedrê wê dizane û lêgerîna wî ya hezkirinê dest pê dike.

Çetoyê Zêdo got, wan bi awayekî kolektîf ev lîstik amade kiriye, ji ber lîstikên zarokan kêm tên amadekirin, rexneyên xwe jî îfade kirin û xwest li her bajarê Kurdan herî kêm 10 lîstikên zarokan hebin.

Ji dûredûr hat ber Ava Mezin

Zêdo ji bo naveroka lîstikê jî got, “Mîrzayê me yê Biçûk, ji gerstêrka xwe hatiye li peraveke Dîcleyê bi cîh bûye. Dixwaze vê peravê bixemilîne û şên bike. Gulek li perava wî şîn dibe, û tevlî jiyana wî dibe. Piştî wextekê, pereva wî dikeve ber lehîyê û her ku diçe dor lê teng dibe. Dema biryara koçkirinê dide, gula wî jê dixeyide û ji ber çavan wenda dibe. Mirzayê Biçûk, li ser peravên Dîcleyê li Gula xwe digere. Di rêwitiyê de pêrgî hin mirovên mezin û zindeweran dibe… Li ser şopa Gulê dibêje: ‘Mirov divê bi dilê xwe li tiştan bigerin’...”

Qezaya li çolê bû şaheser

Lîstik ji ber pirtûka nivîskarê fransî Antoine de Saint-Exupéry ya bi navê “Mîrzayê Biçûk” ango bi navê wê yê orîjînal “Le Petit Prince” hatiye wergrtin. Pirtûk, ewil sala 1943’an bi Ingilîzî û Fransî hatiye weşandin. Her çiqas, weke çîrokeke ji bo zarokan hatibe nirxandin jî, ji hêla gelek kesan ve jî weke çîrokeke ji bo mezinan tê dîtin. Hem bi naverok û hem jî bi hûnandina xwe, “Mîrzayê Biçûk” her dem aktual maye  xwe parastiye.

Saint-Exupéry yê ku pîlot e, salên 1930’î di encama qezayekê de balafira wî di navbera Libya û Misrê de dikeve. Li çolekê du sê rojan di nava şert û mercên gelekî xirab de dimîne û sax difilite. Ev weke mucîzeyekê tê dîtin. Li gorî nirxandinan, pirtûka “Mîrzayê Biçûk” berhemeke encama vê qezayê ye. Yanî bi gotineke din, Saint-Exupéry di çîroka Mîrzayê Biçûk de ew çend rojên ku li çolê derbas kiribe bi vê pirtûkê hûnandiye.

Naveroka berhemê

Naveroka berhemê: “Rojekê ji rojan pîlotek mecbûr dimîne ku bi balafira xwe li çola Sehrayê dakeve. Di sibeha bê de dengê zarokekî wî ji xew radike û ev zarok xwe pê wek Mîrzayê Biçûk dide nasîn. Mîrzayê Biçûk jê re dibêje ku ew ji gerstêrka xwe derketiye da ku hevalekî bibîne. Jê re dibêje, gerstêrka wî pirr biçûk e. Li ser wê sê volkan û guleke ji xwe razî heye.

Roj bi roj Mîrzayê Biçûk jê re qala çîroka xwe dike. Berî ku daketiye erdzemînê, li çend gerstêrkên din geriyaye. Li her gerstêrkê mirovekî din jiyaye, lê Mîrzayê Biçûk tu kes ji wan ji xwe re nekiriye heval, ji ber ku her yek ji wan bi xwe mijûl bûye û rû nadin wan tiştan ku mirovan kêfxweş dikin.

Bi derbasbûna demê re pîlot û Mîrzayê Biçûk dibin hevalên hev, lê Mîrzayê Biçûk pê dihese ku divê dîsa vegere ba gula xwe. Bi vî awayî her du vedigerin warên xwe û soz didin hev ku ew ê ti caran hev û din ji bîr nekin.”

 

MA / ÊLIH