METÎN YOKSU
MA / ÊLIH
Kovara Guney a Yilmaz Guney derdixist, piştî jiyana xwe ji dest da jî hevalên wî wê kovarê derdixin. Hevalên wî xwe amade dikin ku hejmara 100’emîn a kovarê di çarçoveya feraseta hunerê Guney de dê derbixin.
Guney di 34’emîn salvegera wefata xwe de bi çalakiyên cûr bi cûr tê bibîranîn. Hevalên Guney, feraseta wî ya hunerê didomînin. Wan kovara wî li Ewrûpayê weşand û piştî 1997’an li Tirkiyeyê jî. Heta îro 99 hejmarê kovarê derketin û di mehên pêşiya me de hejmara 100’emîn a kovarê wê bê amadekirin. Midurê Karê Nivîsan a Kovara Guney, Çetîn Desde têkildarî feraseta hunerê ya Guney û têkoşîna wî axivî.
Guney bi bîr xist ku Kovara Guney bi armanca di qada çand, huner û wêjeyê de ramanên sosyalîst ji karker û kedkaran re vebêje, dest bi weşana xwe kir û got, “Em ne bê alî ne. Çawa Yilmaz Guney li dijî burjuvayê li cem karker, kedkar û bindestan cih digirt, kovar li ser heman kevneşopiyê weşana xwe dewam dike.”
Bi huner nihêrînên siyasî
Desde got, ew dixwazin bi kovarê nihêrîna siyasî û hunerê Yilmaz Guney bi kovarê bidin jiyîn. Desde da zanîn ku rêya herî rast ew e Guney bi berhem û hunerê wî bidin jiyîn û bi pêş bixin, û tenê ew ne sînemagerekî pirr baş bû, di heman demê de divê propaganda nihêrîna wî ya siyasî jî bê kirin.
Desde got, ew fikr, raman û hunera Guney belav dikin û anî ziman ku Yilmaz Guney di dilê gel de bûye text û hêj bi milyonan mirov hezkiriyên Guney in û ew ji bîr nekirine.