“ji bo sînemageriyê berpirsyarî divê”


Her hunermendek pêwîst e aloziyên dema xwe fam bike û hin çareseriyan bibîne ji bo arîşeyên dema ku ew têde dijî. Bêguman hunermend nikare wek hin kesan ji rêzê tevbigere û xwe dûrî rastiyên ku diqewimin bigire. Ango bêdengî û hunermendî tu car lihev nakin. Hunermendek divê bibe qelbê dema xwe û bêdeng nemîne. Yek ji van hunermendên ku di wextê xwe de bêdeng nemaye Jorîs Îvens e. Îvens, mirovekî mişext bû, welat welat wek penaberan digeriya. ji bo wî cî û warekî mayînde tune bû. Şer û alozî li kur rû bidaya Îvens li wir bû. Roj hebû ew li Hollanda, roj hebû li Sovyetê û roj hebû li Îspanya di nav şer de bû. Kameraya wî li pişta wî bû û her tim ew jî wek şervanekî têkoşîn dimeşand li hember zilm û zordariyê. Bi kişandina belgefîlmên xwe ji dema xwe re dibû bersiv. Bersivên wî an jî belgefîlmên wî xwedî nirx û wateyên bilind bûn. Îro jî ev belgefîlm di dîroka sînemayê de ciyekî taybet digirin. Tên niqaşkirin û şîrovekirin. Diviyabû tiştên diqewimin werin tomar kirin da ku neyên jibîr kirin. Ancax sînemager dikaribûn bîra civakî zindî bihêlin. Îvens, vê yekê baş dizanibû lewma jî wek hunermend xwe ji wextê xwe berpirsyar didît, ji lewre jî ew di nav şert û mercên dijwar de rêgezên sînemagertiyê diyar kir. Wiha digot Îvens, “Divê kamera karibe bibe şahidê dema xwe. Ev amûra sînemayê divê ji bo biratiya gelên cîhanê were bikaranîn.” Îvens bi jiyan û hunera xwe ji hemû gelên cîhanê re hevaltiyê dikir. Herî dawî çû Çînê li wir jî belgefîlm kişandin. Ji bo nêrîn û ramanên wî bi cî bibin ango ew xwe çêtir nas bike berê xwe da Sovyetê û xwest sînemagerên sovyetî nas bike. Bi saya hevaltiya bi Pûdovkîn, Kuleşov û Ayzenştayn hinek din sînemayê nas kir û piştî naskirina van sînemageran di hêla “montaj” û “pevxistin” ê de xwe gelek pêşda bir. Piştî ku Îvens ji Sovyetê veqetiya êdî rengê sînemaya xwe jî diyar kir. 

Li hember dagirkerî, mêtîngerî û sînemaya bazirganî bertek û helwest nîşan da. Kameraya xwe li gor rastiya civakê xebitand û belgefîlmên polîtîk kişand. Belgefîlma wî ya pêşîn jî “Borînage” bû. Borînage, çîrokeka madengeran e. Li bajarokê Borînage gelek madenger ji ber şert û mercên xedar di bin madenê de dimînin. Ji bo Borînage wiha dibêje Îvens, “Herî dawî min fam kir ku divê mirov pirsgirêkên aborî, polîtîk û çandî yên bajarekî bibîne. Li gor vê rastiyê jî mirov fîlman çêbike. Borînage, encama famkirina vê rastiyê ye. Herî pêşî min di belgefîlma xwe ya Borînage de hîs kir ku divê ez belgefîlmên berxwedêr çêbikim. Ez bi saya vê belgefîlma xwe hîn bûm ku belgefîlm wateyek çewa dihûndirînin.”  

Îvens, herî zêde bi belgefîlman re mijûl dibû. Gava ku tevlî şerê Îspanya dibe li wir bi romannûsê navdar Ernest Hamingway û wênekêşê navdar Robert Capa re jî hevaltiya wî çêdibe û bi hevre belgefîlm û wêneyan dikişînin. Li gor wî sînema şahidiyê ji serdema xwe re dikir û dîsa diviyabû ji bo sînemageriyek çê mirov xwe berpirsyar bigirta. Ji bo ev berpirsyarî bi cî were jî hewce bû dem baş were şîrovekirin. Îvens, xwe zêde berpirsyar didît ji lewma jî ew jiyana xwe di nav xetereyan de derbas kir, bi gotinek din ew di nav narincokan de bi kamera û baweriya xwe ala berxwedanê bilind dikir di çeperên şer de. Mirov dikare bibêje ku Îvens di heman demê de çepgir û şoreşgerekî bêhempa bû. Şer li kur hebûya, berxwedan li kur xwe nîşan bidaya welatê wî ew der bû…

Di sedsala 20’emîn de heger yekî pênaseya hunermendiyê heq bike ew kes bê şik Îvens e. Îvens, rol û mîsyona sînemayê her wiha peywir û berpirsyariya sînemayê jî baş dizanibû û li gor van rêgezan belgefîlmên ew kişandin ji bo dema xwe bûn bersiv. Wiha digot Îvens, “Kamera rûyek e. Tiştê ku ez dikişinim jî nêrînek e, zindî ne û ew tişt her tim dijîn…” Rûyên ku Îvens kişandin hêjî zindî ne û dijîn. Ji lewre ew rastiyê nîşanî me da û hevênê fîlmên wî ew rastiya ku jê sûd werdigirt bi xwe bû. Ji xwe li gor wî belgefîlm şerê bi rastiyê re bû. Îvens bi rastiyê re di nav şerekî dijwar de bû. Belkî kêm kes wek wî bi rastiyê re şer meşandiye û rastiyê di fîlmên xwe de bi cî kiriye. 

“Belgefîlm bîr û mêjûyê hunera sînemayê ye” digot Îvens. Lê di sedsala 21’emîn de mixabin êdî her ku diçe ciyê belgefîlman kêm dibin û tu qîmet ji bo belgefîman nahêlin. Naxwazin di mihrîcanan de werin nîşandan an jî tên qedexekirin. Lê em dizanin ku belgefîlm rihê sînemayê ye. Bê belgefîlm bîra hunera sînemayê kor e. Di vê sedsalê de sînema êdî bûye hunereke kapîtalîst. Aha bi saya belgefîlman ancax mirov karibe sînemayê ji bin têkela kapîtalîstan rizgar bike. Ji lewre jî girîng e ku mirov dengê qelbê sînemaya Îvens guhdar bike û sînemageriya wî fam bike. Bertek û berxwedana wî ya sînemayê bi wate bike. 

Îvens lûtkeyeke bilind ya sînemageriyê ye ji bo sînemagerên dijberî vê pergala riziyayî! Pêwîst e mirov van demên xerab rihê Îvens di sînemayê de carek din bibîr bîne û belgefîlmên hêja li rûyên serdestên xwe bide. Divê em mişextiya Îvens ya ji bo rastiyê baş fam bikin. Pêwîst e em jî divê sedsalê de ji bo rastiyê hinek mişextiyê bijîn. Ji lewre ji bo hiş û bîr zindî bimîne çêkirina belgefîlman bivênevê ye.