Kultura siyasî ya welatekî, neynika paşerojên wî welatî ye.

Nasnameya Tirkiyê Tayyip Erdogan e. Erdogan wek “patî” tevdigere. Dixwaze payeberziya “şah” bidestbixe. Mîna ecdadên xwe yên patî-kujer, bibe behişt-mekan.
Hevkarek ji yê patî-Erdogan qralê Siudiyê,  Abdullah bin Abdulaziz el-Suud e. Monarşîk e. Monarşiya malbatê, bi xwîna gelan hatiye xwedî kirin. Pêşengê nakokiya navbera cîhana îslamî ne.  Hej ji tirkan nakin, lê patî-Erdogan wek wezîrê xwe dibînin.
Hewkarê duyemîn yê patî-Erdogan Mîrekê Qatarê Şêx Tamim Bin Hamad el Tanî ye. Ew jî monarşîk e, bi pereyên petrolê  li ser her şelîtê dilîze.  Canbazên aşûfteyî ne!..
Hevkarekî din yê Patî-Erdogan Tariq Haşimî ye. Tor û bextê Mesud Barzanî têra wî nekir, xwe avête tor û bextê patî-Erdogan. Enqera çavkaniya kontra, çete û lîstikên bêbextiyê ye. Lewma li xiş û hesabê lîderên Baasiyên bermayiyên Saddam teva hat. Piştî ku Tariq Haşîmî li Tirkiyê bi cih bû, çeteyên paramilîter derketin holê. Muxalafeta  Suriye jî, li Tirkiyê dest bi civînan kir.   
Tariq Haşîmî piştî demekê çû Siudiyê. Ev destpêka  êrîşên çeteyên bi sator e.    
Îro jî, Tariq Haşimî, navbeynkarê (pir) Pati-Erdogan, MÎTa Tirk, mornarşikên Siudî û malbata el-Tanî û çeteyên paramilîter e.
Çar hevkarên ku bi nave misilmantiyê haraket dikin, bi hev re Xweda kuştin. Cîhana misilman,  kirin dojeh-mekana çeteyan.
 Lê rewşa herî xerab ya  Tirkiyê û patî-Erdogan e. Komara Tirkiyê her ku diçe, bêhtir dikevê nava teqanê. Hêdî hêdî Tirkiyê jî dibe  dojeh-mekan.  Ideolog û stratejisyenên li dora patî-Erdogan  li Bakur têkçûn, li  Rojava têkçûn, niha li Başûrê Kurdistanê ketine nava kêferatê. Lê berê çekê wan li wan vegeriya.
Ev lêlê ye, lolo li paş e. Di êrîşên çeteyên sergerde û talanger de, sê tişt, yan jî biwêjên kilîdî hene:  Dem, berdewam kirin û tirs…  Ev bingeha sîstemên dagirkeriya emperyal û kiryarên faşîzan in. Dem plan e, berdewam kirin şikandina îradê ye, tirs afirandina “ebd“îtiyê ye.
Ev navê çarx-nameya Xwedawend Erdogan û hevkarên wî ne.
Pêr li Bakur, doh li Rojavayê Kurdistanê, îro  jî li Başûrê Kurdistanê  vê çerx-namê dixwînin. Çavkaniya vê çerx-namê jî, şerîata nijadperestî ye û înkara pêxember û Qur’anê ye.
Kiryarên li herêmê didine xuya kirin, ku çar-birakên kujer, ji misilmantiyê dûr in. Mînak Erdogan!... Misilman, ji fetişîzmê dûr in, baweriya wan bi Xwedayekî heye, bi pirtûka Xweda û pêxemberên Xweda heye. Lê  Erdogan, ala sor, kire wek cubeyê Cenabê Muhamed û wek ala faşîzma sedsalê dibalivîne.  Hewqasî zêde diçe, ku mirov dikevê nava gumanan û dibêje: Geloo!.. Gelo dema Cenabê Muhammed li hespê Buraq  suwar bû û ber bi ezman hilkişiya,  xwe gihande behişt-mekana qatê heftan, ala Erdogan di destên wî de bû?
Bersiva vê pirsê di gotina  August Bebel de ye.  Xweda mirovên weke Erdogan ne afirandine, kesên weke Erdogan Xweda afirandine. Vêceee,  çar-birak, li ser textê Xweda rûniştine û  xasbaxçeyê cîhana îslamî bi xwînê av didin. Xweda li holê xuya nake, reviya ye, lê ew xuya dikin.  
Çerx-nameya çar-birakan, felekxayinê dilorîne.
Binêrin:  Patî-Erdogan, mina salên 1933 û 1939an,  ber bi rejîma yek-partiyê diçe.  Parlamento heye-nîne. Desteya wezîran û civînên sê-kesî, çar-kesî bi daxwaza Erdogan pêk tê û çerxa Komara Tirkiyê tê zivîrandin.  Hebûn û nebûna muxalafeta Tirkiyê, bi gotina Erdogan “mudur û şef” in. Mudur û şef, tenê dikarin li ber lingê textê Patî-Erdogan rûnin.
Desturnameya 1924an, di sala 1937an de, li gorî îdeolojiya CHP Îsmet Înonû hate guhertin.
Patî-Erdogan jî, desturnameya 1980 ya Kenan Ewren  diparêze.Ji ber ku li gorî îdeolojiya wî ye. Netewa bi hêz ya yek-yekan, bûye çavkaniya  dewleta AKPê. Ev xeta Hîtler û Mussolînî ye.
Netewparêziya Erdogan, di rengê îdeolojiya otorîter de ye û dixwaze monarşiyek cihê rengî Erebistana Siudî saz bike. Faşîzma patî-Erdogan geh li kolanan e reş e, geh komên çete ne û ha ha çerxa felekexayin dizîvirînin.
Patî-Erdogan behsa haşhaşiyan dike: Îro dibin fermana wî de bi deh hezaran haşhaşî çêbûne. Fetullah Gulen tasfiye kir, teşkîlata  xwe saz kir. Ev teşkîlata bi sê biwêjên kilîdî haraket dike, îro li Bakur, li Rojava û li Başûrê Kurdistanê di nava tevgerê de ye. Dikuje, talan dike, wêran dike.   
Di tevahiya pirtûkên olî de, cîhan di nava 7 rojan de hatiye ava kirin. Lê astronomî, matematîk, û fizîk, behişta ezman bi textê ferîştehan nijinandî, wek konekî xasbaxçeyê bi stêrikên xemilandî radestî çar-birakan kiriye. Ji erdê xwîn difûre, ji ezman çekên kimyewî, hawar û qîrêna gelan.
Lê patî-Erdogan, Qiral el Siud, Emîr El tanî û Baasî Tariq, dasa xwe zêde û fereh dipalînin. Lê jiyan paş de venagere; ne ecdadên patî-Erdogan dikarin ji gore rabin, ne Tîranê Tariq Haşimî dikarê ji gore rabe, ne hêzên Islamî dikevine bin ala monarşiya el-Suud û el-Tanî. Divê were zanîn, çemê dîrokê ber bi pêş diherike.
Plane dagirkirina Musilê, li gorî xiş û hesabê patî-Erdogan û hevparên wî pêşneket. Ev jî dide xuya kirin ku, berê çekê ça-rbirakên kujer wê li wan vegere.