Mişmiş li Kantona Efrînê gihîştin û şêniyan dest bi çinîna hilberîna mişmişê kir. Cotkaran gotin ku xirabûna dînemoyên derxistina avê ya bendana Birc Ebdalo bandor li mişmişan kir û berhema îsal kêm bû.

Gundên Basûtê, Xezîwiyê, Birc Ebdalo û Şadêrê yên navçeya Şêrewa, bi axa xwe ya deştî ku ji bo çandiniyê başe, bi nav û deng in. Li van gundan fêkiya mişmişê zêde tê çandin. Nêzî %5 ji zeviyên deştên wan gundan bi mişmişê hatine çandin.

Darên mişmişan ji destpêka vê mehê Hezîranê ve ber girtin. Lewma jî şêniyan dest bi çinîna fêkî kir û dê heta dawiyê mehê xebatên çinînê bidomînin.

Şênî ji gelek aliyan ve sûd ji mişmişê digirin, wek fêkî tên xwarin û li bazaran tên firotin, wek leçer (rîçal) û bastiq jî tên amadekirin û firotin. Buhayê 1 Kg mişmiş derdora 500 L.s ye, buhayê wê li gor başbûnê tê guhertin.

Li Kantonê çend cureyên mişmişan hene, jê mişmişê Şekir Pere, Lozî, Belorî, Talik û Ferensî. Mişmişên herî navdar li bazaran mişmişên Şekir Pere ye, leçerê wê xweş û herî buhaye.

Îsal kêm bûn

Li kêlika xizmetên cotkirin, paqijkirin û avdana darên mişmişê, çotkar di demên pêwîst de darên fêkiyan dermanê li dijî mêş û kurmikan jî lê dikin.

Gelek baxçeyên mişmişan ku li ser kaniya gundê Başûtê ne bi ava kaniyên tên avdan. Her wiha ji ava bendava Birc Ebdalo jî tên avdan. Her 10 rojan carekê dar tên avdan.

Cotkarê bi navê Xelîl Cimo, têkildarî berhema îsal a mişmişê diyar kir ku, berhema îsal a mişmişê kêm bû. Xelîl Cimo her wiha destnîşan kir ku xirabûna dînemoyê derxistina ava bendava Bircê, ku piraniya zeviyên herêmê bi av dike, bandor li berhema îsal kir û berhem kêm bû.


XALID HESEN/ANHA/EFRÎN