Hat zanîn ku di hevdîtinê de encamên kongreya meclîsê ya li bajarê Qamîşloya rojavayê Kurdistanê hat lidarxistin jî hatine gotûbêjkirin.
Li gorî daxwiyaniya ji aliyê malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê ve hatiye belavkirin, Barzanî bal kişandiye ser girîngiya civîna navborî û wiha gotiye: “Ji bo ji nêzîk ve hînbûna rewşa Kurdên li Sûriyeyê û rola Herêma Kurdistanê ya di vê pêvajoyê de ev hevdîtineke girîng bû.”
Barzanî got ku piştgiriyê didin daxwazên gelên Sûriyeyê û peyama xwe wiha domand: “Em piştgiriyê didin partiyên Kurd ên li Sûriyeyê, em bi yekîtî û hevgirtina partiyên Kurd xweşhal in. Divê Kurd rewşa heyî baş tehlîl/analîz bikin û tevbigerin. Ji bo me ya girîng cîbicîbûna demokrasiyê û di çarçoveya makezagonê de bi destxistina mafên Kurdan e.”
Barzanî bal kişand ku divê siyaseta Kurd pêşî li egera pevçûnên mezhebî yên li Sûriyeyê bigire û wiha berdewam kir: “Doza Kurdî, dozekê neteweyî ye. Lewma divê bi hemû pêkhateyan re girîngî ji pêkvejiyanê re bê nîşandan.”
Pêr li Hewlêrê Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Federal a Başurê Kurdistanê Berhem Salih bi endamên serkirdayetiya Meclîsa Neteweyî ya Kurdên Başurojavayê Kurdistanê re civiya û rewşa Kurdan a rojavayê Kurdistanê û pêşxistina maf û daxwezên Kurdan weke pêkhateyeke girîng yê di nav Sûriyeyê de nirxand
ANF/HEWLÊR