Li Misrê polîsan bi ser ajansa nûçeyan a fermî ya dewleta Tirk Ajansa Anadoluyê de girtin. Di serdegirtinê de 4 xebatkarên Ajansa Anadoliyê AA hatin binçavkirin.
Li Misrê roja Çarşemê polîsan 4 peywirdarên Ajansa Anadoliyê (AA) birin nezaretxaneyê. Polîs heta berê sibehê li nava bûroya ajansê geriyan û dawiyê 4 kes kirin binşavan û 3 jê Misrî û yek jê tirk e.
Wezareta Karê Derve ya Tirk bang li ataşeyê Misrê yê li Enqere kir û jê daxuyanî xwest. Wezîrê Ragihandinê yê Tirk Fahrettîn Altûn jî got, ‘’helwesteke dijmanane ye’’.
Wezareta Karê Derve ya DYE’yê jî ji hikûmeta Misrê xwest ku ‘nûçegihan’an demildest berde.
Li gorî Reutersê Wezareta Karê Navxwe ya Misrê bi daxuyaniyekê diyar kiriye AA agahiyên derew û neçê belav dike. Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘’Saziyên ewlehiya millî tespît kirin ku yek ji komîteya medyaya elektronîk a Tirk daîreyekê mîna navenda xebatên muxalîf bi kar tîne.’’
Wezareta Karê Derve ya Misrê got li pişt van xebatan Birayên Misilman hene ku li Misrê mîna rêxistina terorê tê qebûlkirin. Tê zanîn ku dewleta Tirk destekvanê sereke yê Birayayên Misilman e.
ANF/QAHÎRE